شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Erşîfê Laliş wê bibe çavkanî ji bo hemî Cîhanê

Şêx şamo : dê kar kin ku arşîfê Laliş bibte jêder li hemû cîhanê bo parastna belgenamêt taybet bi karesata Şingalê ve .

Cemal Kudîveguhastn Çinar Şemo

Min ji perleman daxwaz kirye Şingal bibe kargêryeke serbexo û Jînosaîd kirna wê li ser astê nîvdewletî daxwazîyên bingehê Laliş yên serekî bin

Serokê Bingehê Laliş rageyand: ku lijnên taybet li bingehî bo dîkoment  kirin û parastina belgename li dor Fermana şingal hate danan , her wesa dîyar kir ku dê bi hemu karînên xwe kar bikin ku Erşîfê Bingehê Laliş bibte jêderekî serekî bo vekoler û çalakvanan li her cihekî , di kombûna xwe de jî di gel endamên desteya bilinda bingehê laliş dîyar kir wî weku endamê perlemantoya kurdistanê li dadgeha nîvdewletî ya bajêrê (Lahî) li Holenda xwest ku ev komkujya şingal bibt Jînosaîd li ser astê nîvdewletî , her dîsa dîyar jî kir ku min ji perleman xwest ku şingal bibte kargêryeke serbexo ser bi encumenê wezîran ve û wekî her parêzgehekê rêveberî û sazî lê bihêne ve kirin .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş bang li Êzidiyan dike harîkarya mexdurên erdheja Turkiyê û Suriyê bikin

Lalish Duhok

Filmek li ser karesata Şingalê di be yê yekemîn di fîstevalek sînemayî yê nîvdewletî da li Duhokê

Lalish Duhok

Bingehê laliş pêşwazyê li destnîşan kirina Nadîa Murad dikit wek balyoza Nîaz Pakyê li neteweyên yekgirtî

Lalish Duhok