Şandekî Ispanî pişkdaryê dR rê û Resmên cejna Bêlindê (Gorka Gayî) dikin li peritgeha laliş
LMN – veguhastin – Çinar Şemo Qasim
piştî barîna berfê geryan di nava peristgehê de gelek bi zehmet bu ji ber egera berf baryana zor, hev gehîştin di gel bingehê laliş û mamoste Daniel Gonzalez şandekî Ispanî pispor di hemu biwaran de li hêvarya îro seredana peristgeha laliş kirin , ji bo ku bibne yekemîn şandê Europî seredana Lalişê dikin di sala 2014 de, daku pişkdaryê di rê û resmên (Gorka Gayî) ya Êzidîyan de bikin li Peristgeha pîroza laliş .
û di vê seredanê de xatun Montserrat Corbella weha bo malperê laliş da xuya kirin : Em îro pir kêf xweşin ku di van rê û resmên ciwan de hazir bûyîn , ji bo me gelek giringe ku aynekî weha resen di nava ve deverê de jîyan dike û grêdayne bi suriştî ve û heta niha rê û resmên xo yên kevin parastîne , eve lênêrîneka gelek ciwane ku katekî weha peyda bu ku wesifa wê nahê kirin bi axftinê û sipasya we di kin ji bo vê dawetnamê .
her wisa zêde tir jî got ,ev hemu tişte ji dervey xeyala me bun , ev seredank sersorman û dîyar bu lewma me biryar da ku em di gel we da bin di vê cejnê de , û pişkdarbin di vê kêf xweşiyê de , û ev deme jî wê cu car nayêne ji bîr kirin , û me gelek tişt bi dest xo ve anîn wek şirînî û pirteqal û sêv û hêjîr , eve bo cara yekemîne em pişkdaryê di rê û resmeka weha da dikin ku pir bit ji kêfê û xelik xo di ser Agir re di havêjin û cejinên xwe ya çandinê di parêzin
herwesa Corbella da xoya kirin ku wê wênekî ciwan li ser Ayînê Êzidîyan ji bo xelkê Ispanya bidin xweya kirin û me gelek wênên lalişê û van rê û resmê balkêş wek belafkirina şirînîyan û sêvan û pirteqalan û gozan û hijîran li ser zarokan girtine ji bo ku em bi xewra di bin Ispanya .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

