شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê cejna rojiyê li xuşk û birayên Kurdên Êzdî pîroz kir

Bi helkefta cejna rojiya Êzdiyan, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî xuşk û birayên êzdiyan kir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna rojiya Êzdiyan pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim.

Bi dirêjahiya dîrokê yek ji şanaziyên gelê Kurd kûrbûna ew firehî û pêkvejiyan û tebayiye ku li navbera pêkhatên cûda cûdayên olî û neteweyî da li ser axa Kurdistanê hebûye û erkê serekiyê me hemûyane biparêzîn û rê nayê dayîn li bin tu navnîşanek û bi tu awayek dev ji wan mafan û wê pêkvejiyana me ya xweşik berdîn.

Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xêr û xweşiya zêdetirê xuşk û birayên me yên Kurdên Êzdî û sal bi sal li sayeya Kurdistanekî aram û azad da û bi xêr û xweşî û kameranî cejna wan pîroz bikin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

19/12/2013

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Daxwaza girtina parlamentera êzîdî ya HDPê jî tê kirin

Lalish Duhok

Nivêskarekî Kurdên Êzidy bi bavê romana kurdî tê binavkirin

Lalish Duhok

Nivîsîngeha laliş hêvaryeka rewşenbîrî li nawçeya Dêrebûnê‌ sazda

Lalish Duhok