Bingehê Laliş salvegera damezrandina Parêzgehbûna Duhokê pîroz dike
Tora Laliş
Bi helkefta 54 salîya parêzgehbûna Parêzgeha Duhokê germtrîn pîrozbahîyan arastey tevaya rûnştvanên vê parêzgehê dikin.
parêzgeha Duhokê yek ji wan bajeraye ku komeka pêkhatan têda jiyan dikin evê çendê ciwanyeka dîtir daye Duhokê.
Êzdî jî pişkeka resen yên vê parêzgehê ne, û mil bi milê pêkhatên dî yên vê deverê pişkdaryê di hemû helkeftan da diken, hersal bi şêweyekê azad rê û resmên xwe yên eaynî digêrên.
Pêkvejyana olî û neteweî ya Parêzgeha Duhokê ezmûneka serkeftî ye û cihê şanazîya me hemûyane, divêt em hemû bi giyanekî berpirsyarane vê ezmûna ciwan perepê bideyn û van destkeftekan bi parêzin.
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî
27/5/2023/ Duhok
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî