شبكة لالش الاعلامية

Gundiyê Kelhokê Meclisa xwe avakirin

 

Roja 03.08.2013 piraniya temsîla gundê Kelhokê li mala êzdiyan Emmerich civînek taybet pêkanî,ev civîn ji terefên heyeta kû vedgere gund hate pêkanîn,wek tê zanîn ev demeke dirêje kû jibona vegera gundê Kelhokê hem di çapemenî,tv û raya gîhîştîde pirsgirêkê kû li pêşiya heyeta vegera gund Kelohkê bi riya dadgeh û hewldanên demokratîk tê berdewamkirin.

Di despêkêde heyeta kû vedgere,di derheqê doza gund,kar û xebatên hetanî vêga hatine pêkanîde agahiyê berfire dane kesên kû beşdarî civînê bûbûn,beşdarajî bi pirs,dîtin û daxwaziyên xwe  nîrxandinê berfire pêkanîn,bi taybetî jibo vegerê û azadkirina gundê Kelhokê hestê xweyî bi xîret û nîrxên hatine afrandin re,bi rengekî hestewarî dane diyarkirin.Kû bedelê veger û azadkirina gundê Kelhokê çi dibe bira bibe ewê gundê xwe azad bikin!.

Di encama nîrxandinê berfirede hemû beşdara bi yek dengî biryar dank û divê meclisa gundê Kelhokê were avakirin.Ev meclis ne tenê jibo vegerê bi tevayî pirsgirêkê gundiyê Kelhokê li kura dinyayê dibin bira bibin xweyî derkeve,li gorî demê xwe bi rêxstin bikin.Jibo parastina hemû nîrxên kû li gundê Kelhokê hatine afrandin werin parastin têkevin nava hewldanên mezin!.

Bi van bîr,bawerî û armanca komîtak amadekar ji 17 kesan hate hilbijartin.Ev komîte wê di nava demeke musayît de amadekariyê kongera mecilisa gundê Kelhokê bike,herwusa komîtê diyarkir kû jibo pêvajoya vegerê ê pişgirtineke mezin bide malbatên kû vedgerin.Herwusa bi navê komîta avakirina meclisa gundê Kelhokê bang li hemû gundiyê Kelhokê hate kirin,kû jibo pişgirtina meclisê xweyî derkevin!.Bi taybetîjî ji hemû kesên kû îmkanê wan hebin hate xwastin kû roja 25.09.2013 tevlî dadgeha gundê Kelhokê bivin!…

Komîta Avakirina Meclisa Gundê Kelhokê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş bi buneya cejina Kiristîanan peyamek belav di ke

Lalish Duhok

Kurdên êzdî hejmara qûrbaniyên xwe di bin destê DAIŞê de radgehînin

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş 500 kerstên cejnê‌ biser xêzanên kêm deramet belavkirin

Lalish Duhok