شبكة لالش الاعلامية

Qasim Şeşo radigehîne : Kurdên Êzdî ji bilî alaya Kurdistanê ti alayek din qebûl nakin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê, Qasim Şeşo radigehîne ku, Kurdên Êzdî ji bilî alaya Kurdistanê  ti alayek din qebûl nakin. 

Bas News

Qasim Şeşo, beşdarî progaremeke taybet a K24 ji Şingalê bû, tekez kir ku, tenê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di proseya azadkirina Şingalê de beşdar bûn.

Derbarê vegera Kurdên Êzdî de bo Şingalê, Şeşo diyar kir ku, xelkê deverê li hêviya peydakirina xizmetguzariyan e ji bo ku vegerin malên xwe.

Şeşo amaje kir jî ku “Heta niha ti çek û pêwîstiyên leşkerî ji Hikûmeta Iraqê negehiştine me, tenê Hêzên Pêşmerge alîkarî û piştgiriya Êzdiyan kirine û ti aliyekî din di proseya rizgarkirina Şingalê de nebeşdar bû.”

Qasim Şeşo aşkere kir ku, hin alî bibûn asteng li pêş destpêkirina proseya azadkirina Şingalê, lewma ew operase dereng ketibû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Termê Mîr Tehsîn Beg li Şêxanê spartin axê

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Amerîka naxwaze PKK li Şingalê bimîne

Lalish Duhok

Barzanî:Ji bo nehiştina yek carî ya DAIŞê pêwîst e sedemên serîhildana wê nemînin

Lalish Duhok