شبكة لالش الاعلامية

Hemû cîhanê bi coş çeverêyî azadkirina Şingalê kir

Hemû cîhanê bi coş çeverêyî azadkirina Şingalê kir

Waar –Duhok:

Di dîdarekê da li gel serokê herêma Kurdistanê nûnerê taybetê sekretêrê giştî yê rêxistina neteweyên ykgirtî; da zanîn; ya pêdvîye li ser welatên cîhanê ji bilî alîkarîyên mirovî,ji rûyê aborî jî ve; alîkarîya Kurdistana Îraqê bikin, daku bikaribe serkeftinê bi ser pirsên xwe da bîne û terorîstan bişkînin.

Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li “Can Kobîs” nûnerê taybetê sekretêrê giştî yê rêxistina neteweyên yekgirtî û şandê li gel da kir; nûnerê neteweyên yekgirtî dîyar kir; hemî cîhanê bi coş çaverêyî azadkirina Şingalê dikir û ew yek bi şîyanên pêşmerge; hate bichînan.

Aşkere jî kir; rêxistina neteweyên yekgirtî dixwaze seqamgîrî di deverê û herêma kurdistanê û Îraqê da berbelav bibe û bi dilnerehetî temaşeyî pêşhat û guhrînên alozbûna milmilaneya taîfî û berfirehbûna tundrewîyê li deverêda dike.

Can Kobîsî, xwuya jî kir; ya pêdvîye li ser welatên cîhanê ji bilî alîkarîyên mirovî, ji rûyê aborî jî ve alîkarîya Kurdistana Îraqê bikin, daku bişên serkeftinê bi ser kêşeyên xwe da bîne û terorîstan bişkînin.

Ji alîyê xwe ve Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê hûrkatîyên şerê azadkirina Şingalê bo şanda mêhvan behskirin û ew serkeftin bi serkeftineka mezin bo gelê Kurd binavkir û ragîhand; gelê Kurdistanê xudan dozeka rewaye û bi çi awayekî nebûye; û nabe beşekê milmilanîya taîfî; û rê naden jî; Kurdistan bibe meydana yek alîkirina hevrikîyên olî.

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir; herêma Kurdistanê pêşwazîyê li her alîkarîyekê zêdebarî şerkirinê li dijî gruba terorîstî ya Daişê dike, û ew supasdarên wan welatane yên alîkarîyan bo herêmê dihinêrin; û rolê wan li ber çav hatine wergirtin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka: Em keyfxweşin ku nûnerê Barzanî di konfransê de amade ye

Lalish Duhok

Dest bi avedankirina Şingalê‌ hate kirin

Lalish Duhok

bi video tomarkirina arşîva xwedê jê razî Pîr Xidir Silêman beşa 1.

Lalish Duhok