شبكة لالش الاعلامية

Hillary Clinton: Tawanên DAIŞê li Dijî Kêmanîyan Jenosîd e

Hillary Clinton, Kandîda Demokrat jibo hilbijartinên serokatiya Amerîka got, ew niha bawer dike ku, tawanên Dewleta Îslamî(DAIŞ)ê, li dijî Kiristyan, Êzdî û kêmaniyên dî li Rojhilata Navîn divê bi Jenosîd bên nav kirin.

Xanim Clinton jibo piştevanên xwe di axiftina xwe ya roja sêşemê de weha got” ezê wê bi Jenosîd nav bikim, jiber ku, me têr belge di hene”.

Xanim Clinton got, ewa di rû dide Jenosîda bi mebeste, ne bes jibo kuştinê belke jibo ramalîna kêmaniyên olî ye li deverên bin destê DAIŞ de li Rojhilata Navîn.

Di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka, Dadger Qasim Osman got, peyva Hillary Clinton gelek giringe jibo vê pirsê jiber cihê wê yê siyasî û qanunî. Herwiha dadger Qasim Osman got, giringîya van renge daxweyaniyan ewe bigehin Civata Tenahiya Netewên Yekgirtî, jiber ku, biryarên Civatê tên bi cî anîn.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna digel Dadwer Qasim Osman, fayla deng dagire.

Tawanên DAIŞ Dijî Kêmaniyan Cenosayd e

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Deşnê Murad ji bo penaberan stranek amade kiriye: We are one

Lalish Duhok

bingehê laliş pîrozbahîya Nadîa Murad dike , û daxwaz dike zulma li serê Êzidyan hatî neyê bikar înan bo meremên sîasî

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Mistefa Amêdî wefadarê rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bû

Lalish Duhok