شبكة لالش الاعلامية

Cejna Newrozê ye Serê nû Salê ye

Cejna Newrozê ye Serê nû Salê ye

Konê Reş

Cejnê Cejnê Cejnê

Xanê rok hat bejnê

Cejna newrozê ye

Serê nû salê ye

Va dar dipişkivin

Çiya dixemilin

Bi zer û kesk û sor

Bi riçinê wek por

Çûk çivîk dixwîn in

Hêlîna datîn in

Dil lêdide bijen

Xwerist dibe bi ken

Mirov dibe rûgeş

Jiyan şêrîn û xweş

Cejnê Cejnê Cejnê

Xello rok hat bejnê

Cejna Newrozê ye

Destpêka salê ye

Cejna ji sed salan

Roja bav û kalan

Heydê keko rabe

Bi vê rojê şabe

Em dadin agire

Ser zinar û gire

Agirê vê rojê

Nîşana Newrozê

Derenge zû rabe

Tev dostên xwe şabe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ahingek bo zarokên aware li Şarya hat gêran

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî sersala êzdiyan pîroz kir

Lalish Duhok

Barzanî û Biden dicivin

Lalish Duhok