شبكة لالش الاعلامية

Li raspardeya Serok Barzanî biryareke girîng bo xwendekarên Êzdî hat derkirin

Li ser raspardeya Serok Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku, xwendekarên Kurdên Êzdî yên beriya niha li zanîngeha Mûsilê dixwendin, bi awayekî mayinde li zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bixwînin.

Nûnerê Kurdên Êzdî li Parlementoya Kurdistanê, Şêx Şamo, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, wan berdewam hewil dida ku xwendekarên Kurdên Êzdî ne wek mêvan li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê bixwînin, lê wek xwendekarên mayînde danûstan ligel wan bê kirin.

Şêx Şamo diyar kir ku, li ser raspardeya Serok Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ferman da ku xwendekarên Kurdên Êzdî bi awayekî mayîndeli zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bixîwnin.

Naborî balkişande ser wê yekê ku, niha komîteyek li Binkeya Laleşê karûbarên xwendekaran birêve dibe, her xwendekarek jî qonaxa amadeyî temam bike, dê li gor nimreyên xwe li zanîngeh û peymangehên Herêma kurdistanê bên wergirtin.

KDP.info

12143145_909584292463672_9018245153148321162_n 12118746_909584302463671_4264644239539553797_n

12109013_909584249130343_5235490254588267287_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan: Li vê salvegera cejna cemaya mizgîniyekê bidine Êzdiyan û bibêjin, me destûrda ku qanûnên hesabê salnam, rojî, îd û erafatên Êzdîtiyê bikin yek..

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in

Lalish Duhok

Mela Enwer: Miletê bi zimanê xwe neaxive winda dibe

Lalish Duhok