شبكة لالش الاعلامية

Elî Teter: Em dê pêşangeheke taybet bi berhemên tehîna Amediyê vekin

Elî Teter: Em dê pêşangeheke taybet bi berhemên tehîna Amediyê vekin

BasNews – Parêzgarê Duhokê da zanîn ku dê di demek nêzîk de pêşangeheke taybet bi berhemên tehîna Amêdiyê birêk bixin.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji K24ê re got: “Yek ji wan tiştên ku Amedî pê navdar e, tehîn e ku ji hemû berhemên din li navçeyê zêdetir tê firotin. Me biryar da ku îsal bi werzê kunciyan re, pêşangehekê ji bo tehîna Amêdiyê birêk bixin ku hemû aşên çêkirina tehînê tê de berhemên xwe pêşan bidin.”
Herwiha got: “Me beriya niha Qeymeqamê Amediyê ji bo amadekariya pêşangehê erkdar kiribû û em ê bi her awayî amade bikin.”
Elî Teter da zanîn: “Li ser rasperdeya Serok Barzanî ku di serdana xwe ya dawî de li gel rûniştvanên herêmê gotûbêj kiribû, emê zêdetir giringiyê bidin sektorên çandinî û geştiyariyê. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berdewamî me radispêre ku piştgiriya zêdetir li sektora çandiniyê û karê cotkaran bikin.”
Parêzgarê Duhokê got: “Yek ji daxwazên xelkê devera Badînan ji Serok Barzanî, çêkirina gerajekê bû, emê di demek nêzîk de garaj û hotêleke modern li Amêdiyê ava bikin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Baba Şêx di “Roja Çarşema Sor” de:Em daxwaza azadkirina Êzdiyên revandî û navçeyên xwe dikim

Lalish Duhok

Termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê bê kirin

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Li vê salvegera cejna cemaya mizgîniyekê bidine Êzdiyan û bibêjin, me destûrda ku qanûnên hesabê salnam, rojî, îd û erafatên Êzdîtiyê bikin yek..

Lalish Duhok