Şêx Şamo seredana kempîneya laliş ya rewşenbîry ya duyê dike
Tora Laliş ya Ragehandinê
berêz Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehê laliş li duhokê li Êvarya 30\9\2016 ê seredana kempîneya laliş ya rewşenbîry ya duyê li havîngeha zawîte kir û waneyek bo pişkdarê kempîneyê pêşkeş kir di vê wanê de danustandineke vekiry hate kirin, berêz Şêx Şamo behsê rewşa gişty û paşeroj û azar û hemu alîan kir , li beramber da pişkdaran piresên xwe pêşkeş kirin û bersva wan hate dan ji alyê Şêx Şamo ve .
herwisa pişkdaran dilxweşya xo dyar kir û supasya (Şêx Şamo ) û Bingehê Laliş kirin bo wê piştevanî kirina texa gencan û qutabyan û vekirina van core kempîna û xwedî derkeftina wan , li dawyê jy bi berhevbuna serokê bingehê laliş û xwendekaran nanê Êvarê bi hevre xwarin .
têzanîn kempîna laliş ya rewşenbîrya duyê de 100 xwendekarên genc û çalakvanên Şingalê pişkdar bun , ku bo mawê heftyekê dê ye berdewam be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
