شبكة لالش الاعلامية

Şandekê ekadîmyên kurd seredana perstgeha laliş kir.

Şandekê ekadîmyên kurd seredana perstgeha laliş kir.

Serokê peymangeha kurdî li Parîs:Laliş bingehê ziman û rewşenbîryê ye bo hemûyan

Tora laliş ya ragehandinê/perstgeha laliş

Şandekê bilnd yê ekadîmyên kurd ji çend welatan û europa bi serokatya dektor “Kendal Nizan” serokê peymangeha kurdî li Parîs seredana perstgeha pîroza laliş kir.

Şand jibal berêz”Şêx Şamo” Rawêjkarê serokê hikumeta herêmê bo karubarên êzdya û bi amadebûna mîr “Hazm Tehsîn beg” mîrê êzdyan û jimareka endamên civata rohanî hate pêşwazîkirin.

Piştî bixêr anînê berêz”Şêx Şamo”rawêjkarê serokê hikumeta herêmê bo karubarên êzdya binavê mîrî û civata rohanî û êzdyan xoşhalya xo derbrî bo seredana şandî bo perstgeha laliş,ronkrjî karê we karekê pîroze û hun hemû êzdyan dinasn û qedera wan bitnê eayîn nîne belku cugrafyeta deverên wane jî,êzdî ji nêzîk zincîreya çyayên drêj ji laliş û heta Şingal djîn û gundên êzdya penageheka aram bû bo xebatkeran li demê xebata Barzanyê Nemr û btrya gundên êzdya rastî kuştin û talankirnê bûn û qurbanîdana êzdya li van deveran zor ya mezin bû.

Paşî berêz “Kerîm Slêman” şêwermendê civata rohanî ya êzdya behs li qonaxên pêşveçona êzdyatyê û flsefeya kevnar ya vî eayînî kir û rêwresmên eayînî yên li perstgehê dêne gêran şlovekirn, zêdebarî seredana perstgehê û hêmayên liser dîwarên perstgehê.

Li pêra dektor “Kendal Nzan” serokê peymangeha kurdî li Parîs got:em keyxoşin seredana vî cyê pîroz krî û îro em komeka welatên europî ji Ferensa û Brîtanya û Suyd û Neruyj û gelek welatên dîtir pişkdarî kongrê sêyê dibîn û hîvya hemûyan seredana perstgeha lalş bikn, û laliş bingehê ziman û rewşenbîryê ye ne bitnê bo êzdyan belku bo hemûyan û pîrozya xo heye.

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî li gel Ebdulmehdî û du rêveberên din ên Iraqê civiya

Lalish Duhok

Amerîka li Iraqê erkê xwe yê şerkirinê bi dawî dike

Lalish Duhok

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir

Lalish Duhok