شبكة لالش الاعلامية

Şandekî ji firaksîyonên civata Parêzgeha Dihokê seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Şandekî ji firaksîyonên civata Parêzgeha Dihokê seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Bi merema pêşkêşkirina pîrozbahiyan û mukimkirina peywendîyan , Îro roja êkşembûyê rêkeftî 16î 10 ,2022ê şandekî ji hemû firaksîyonên civata Parêzgeha Dihokê bi serokatîya cêgira serokê civata parêzgehê seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kirin .

Şandê nafhatî ji hemû firaksîyonên civatê bi serokatîya Bêrîvan Selîm Şemo cêgira serokê civata Parêzgeha Dihokê ji alîyê serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û endamên wê ve hatine pêşwazîkirin .

Di seredanê da şandê nafhatî gerimtirîn pîrozbahî li Desteya Bilinda Bingehê Laliş kirin bi helkefta encamdana kongireyê çardê û helbijartina wan bo desteya kargêrî ya Bingehê Laliş.

ji alîyê xweve berêz (Se’îd Cirdo ) serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş supasîya seredana şandê nafhatî kir û xoşhalî derbirî û ew çende înan ziman ku di xizmeta çand û keltur û civakê dane .

Dihête zanîn piştî kongirê çardê yê Desteya Bilinda Bingehê Laliş li 4î tebaxa 2022ê hatîye bestin û desteyeka kargêrî ya nû hatîye helbijartin seredanên berdewam di hêne kirin .

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzidiyan nêrîna xwe derbarê Şingalê de eşkere kir

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyoz û nûnerên çend welatên cuda kir

Lalish Duhok

ŞINGAL – DAIŞ perîşan bû!

Lalish Duhok