September 08, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Bingehê Laliş: berhevî ji gêrana konfiransê lêborînê li Hewlêrê hatine kirin.

Tora Laliş/Dihok

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê ragehand; berhevî ji gêrana konfiransê lêborînê li Hewlêrê hatine kirin, zêdebarî kar ji bestina kongireyekê nêv dewletî li dor Êzidiyan tê kirin.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê, îro roja Êkşembûyê 30/10/2022, kombûna xwe ya asayî bi serperiştiya “Se’îd Cirdo” serokê bingehê laliş û endamên desteya bilind encam da û çendîn tewer û mijarên girêdayî rewşa Êzidiyan gengeşekirin.

Di kombûnê da serokê bingehê laliş diyarkir; berhevî berdewam tên kirin ji gêrana konfiransê lêborînê li Hewlêrê, tekezkir jî ku wan behis li bestina kongireyekê nêv dewletî li dor Êzidiyan kirye, zêdebarî danana pirogramê karî ji nivîsîna pişka êkê ji îniskilupîdya Êzidiyan û ya taybet bi nivîskarên Êzidiyan.

Di tewerekê dî yê kombûnê da destpêşxeriya Mîrê Êzidiyan ya ku rêkeftin li ser hatiye kirin û naveroka wê hate gengeşekirin, herwesa danustandin li ser rewşa ragehandna Bingehê Laliş hate kirin.

Ji alyekê dî ve gengeşe li ser çawaniya bi rêveçûna karê beşên desteya bilind û bernameyê bizav û çalakiyên wan û pêşkêşkirina raporta darayî ya heyva 10ya îsale hate kirin.

Her di kombûnê da biryar li ser danana pirogramekî ji seredana tayî û nivîsîngehan hate dan, bi armanca pêşkêşkirina pîrozbahiyê û gengeşekirina kar û pêşniyar û pêtivyên wan.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi