شبكة لالش الاعلامية

Mîrê Êzidiyan bi armê Bingehê Laliş tê xelat kirin

Mîrê Êzidiyan bi armê Bingehê Laliş tê xelat kirin

Bingehê Laliş ya Rawşenbîrî û Civakî ya tayê Bahzanê rêz û hurmetê dide Mîrê Êzidiyan û armê Bingehê pêşkeşî wî dike…
Bahzan\ Tora Laliş ya ragehandinê

Îro çarşemê li rêkeftî 14\2\2023 mîrê Êzidiyan Hazim Tahsîn beg seredana navçedarya Başîk û Behzanê kir û ji alyê kesayetyên olî û rihspî û maqul , kesayetyên rewşenbîr yên damûdezgehên mîrî û hikumî û xelkê navçeyê yên wê devrê ve hat pêşwazî kirin .

Di seredanê da serok û endamên Bingehê Laliş tayê Bahzanê amade bun û weke rêzgirtin bo cenabê mîrî û ked û xebata wî û gehandina dengê Êzidiyan bo dervey wellat, Bingehê Laliş tayê Behzanê mîr Hazim bi armê Bingehê Laliş xelat kir û ji mîrî re serkeftin xwastin û xwast her tim berdewam be di doza xwe ya gehandina dengê Êzidiyan bo tev cîhanê.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mala Êzîdîyan Oldênbûrg we dawetî Îda Çarşema Sor- Sersala Êzîdîyan dike

Lalish Duhok

li jêr çavdêrya Şêx Şamo 94 xwendekarên serkeftî li ser astê komelgeha xankê hatin xelat kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li nûnerên parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê kir

Lalish Duhok