Dû kesayetîyên Êzidîyên Sûrya serdana Bingehê Laliş li Duhokê kirin
Tora Laliş/Duhok
Dû kesayetîyên Êzidyên Sûrya serdana Bingehê Laliş li Duhokê kirin û ji alyê serok û endamên desteya bilind ve hatine pêşwazîkirin.
Îro sê şembûyê 25î Nîsana 2023, herdû kesayetyên Êzidyên Sûrya ”Qasim Hecî Resul” Berpirsê Rêkxirawa Tifaqa Cerahyê û ”Sebrî Bacnî” Endamê Rêkxirawa navhatî ku ji welatê Elmanya hatîne û digel nivîser û mîdyakar Îdrîs Zozanî serdana Bingehê Laliş kirin û ji layê Se’îd Cirdo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û endamên desteyê ve hatine pêşwazîkirin.
Di rûniştinê da herdû kesayetyên Êzidyên Sûrya rolê Bingehê Laliş bilind nirxand û destxweşî li kar û çalakiyên desteya nû kirin û hîvya serkeftinê bo xwast.
SA
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî