شبكة لالش الاعلامية

Rolê Hozanê di Şoreşa Gûlana pêşkeftî xiwaz de hate behis kirin

Rolê Hozanê di Şoreşa Gûlana pêşkeftî xiwaz de hate behis kirin

Îro roja Pênc Şembûyê rêkeftî (25 / 5 / 2023) û bi helkefta salyada şoreşa gulana pêşkeftî xwaz û bi amadebûna

kesayetîyên Mîrî û Hizbî

Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê smînarek digel gotina hozanan bo hozanvanê navdar (Moyd Teyb) li baxçê Hola Ba’edrê ya bîrewerya li darxist li dor (Rolê Hozanê di Şoreşa Gulana Pêşkeftî Xiwaz Da)

rê û resmên vê hêvaryê bi çendekê weku rêzgirtin bo şehîdên bizava rizgarî xwaza kurdî serkêşê wan barzanyê nemir destpêkirin

li dovda Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi bxêrhatina tevaya amadebûyan kir, paşî smînarbêjî behsê buyerên şoreşa gulanê kir û rolê serkirde û şoreşgêra û hozanvanan di wan rojên zehmetên xebata gelê kurd da, herweha amaje da bandora hozana kurdî li ser rêrewa xebata wî serdemî û bilind kirina morala xelkî û weku çekekî bihêz di bizava xebata gelê kurd îna ziman, dgel ronkrin li dor wan astengî û rêgiryên rjêma jinavçûyî hember hemû xelkî nexasme helgrên pê nivîsan.

dîsan di berdewamya vê çalakyê da smînarbêjî çendîn hozanên xo yên balkêş û bi seng tevlî vê hêvarya qeşengkrin û amadebûyî beref cîhana edebyatan birin

Paşî dergehê dan û sitandnê di navbera smînarbêjî û amadebûyan bi çendîn pirsyar û ronkirin hatine gelalekirin û dan û standinek serincrakêş hate wcudê .

Li dawyê jî dumahîk jimara govara Laliş (49) û pertoka (Şêx Zêdu Ba’edrî) bi ser amadebûyan da hatine parvekirin.

Ragehandina Bingehê
Laliş Tayê Ba’edrê
25î Gulana 2023ê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

dabeşkirina cil û bergên qutabxanê li ser xwendekarên aware

Lalish Duhok

Ronkirnek ji Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ve

Lalish Duhok

Salvegera 9 ya cînosayda Êzidiyan li Duhokê hate saxkirin

Lalish Duhok