شبكة لالش الاعلامية

Şandekî Bingehê Laliş serdana Îdara Serbexoya Zaxo kir

Şandekî Bingehê Laliş serdana Îdara Serbexoya Zaxo kir

Tora Laliş- Duhok

Şandekî Bingehê Laliş bi serokatîya rêzdar (Se’îd Cirdo), Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî serdana îdara serbexoyya Zaxo kir û ji alyê rêzdar( Guhdar Şêxo) serperiştyarê îdarê ve hate pêşwazî krin.

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş supasîya helwîstê serperiştyarê Zaxo kir ji bo piştevanya wî ya berdewam ji bo hemû pêkhateyên îdara serbexoya Zaxo û behsa wan rojên tengav kir dema xelkê zaxo bi dil û gyan hevkarîya brayên xo yên Şingal kirî û dyarkir, ew roje çucaran nahêne ji bîrkrin.

ji alyê xove jî serperiştyarê îdara serbexoya zaxo ked û xebata Bingehê Lalş bilind nirxand.

Hevdem; serperiştê îdara serbexoya Zaxo amadeya xo dyarkir ji bo terxankirina parçeka zevî li senterê bajarê Zaxo ji bo avahyeka tayekî Bingehê Laliş di gel dabînkirna hemû pêdivyên wî daku bibe prek dinavbera civaka Êzîdî û hemû tex û çînên Zaxo.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ŞINGAL – 10 sal bi ser fermana 73an re derbas bûn

Lalish Duhok

Serokê Bingehê Laliş û vekolerekî Elmanî rewşa Êzdiyan gotubêj dikin.

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedîn kir

Lalish Duhok