Bingehê Laliş cejna Çilê Havînê li tevaya Êzidiyan pîroz dike
Bi helkefta cejna Çilê Havînê, Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê peyameka pîrozbahyê arastî Civata Rohanî û tevayan Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir.
Hîvîdarîn ev cejne bibte egerê xêr û xoşyê bo êzidyan û tevaya gelê Kurdistanê û bibîte destpêka xoşyê û sarêjbûna hemû birîn û êş û azarên destê tîrorê.
Ev cejne hevdeme digel yada cînosayda cergibra Şingalê hemû wan ‘ezîzan bîrdînîn û serê rêzunewazşê bo cangoryên cînusayda Êzidyan û tevaya cangoryên Kurdistanê di çemînîn.
Cejna we pîroz bit û bimînin bi xêr û xoşî.
Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî/ Duhok
1î Aba 2023
SA
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî