شبكة لالش الاعلامية

Danustandinek vekrî li dor(Êzdiyatî di navbera rîform û gorankaryan de) hat kirin

Danustandinek vekrî li dor(Êzdiyatî di navbera rîform û gorankaryan de) hat kirin

Tora Laliş/Dihok
Di çarçuvê sazkirina danustandinên laliş yên vekrî da, îro 15î şubatê 2024, li pertokxana Pîr Xidir li Bingehê Laliş li dihokê danustandina laliş 3 ya vekrî li dor (Êzdiyatî dinavbera rîform û gorankaryan de…) bo “Dr. memo ‘sman” û bi amadebûna bijareyeka ekadîmî û kesayetî û mamosta û rewşenbîran hate rêkxstin.

Paşan “Dr. memu ‘sman” bas li Êzdiyatî dinavbera rîform û gorankaryan de û şoreşa Ferensî ku bû eger rîform çêbe û rolê bîrmendan di rîfurmê da kir û diyarkir ku hatina Şîxadî bo nav êzdiyan werçerxan bû,û her eaynekî guhorîn û xuda perstî û qewl û beyt û xwe guncandin yên heyn, zêdebarî xonasîna êzdiyan û xuyakir jî ku gotara eayînî me nîne û eger gotara eayînî hebt kes nabêjt tû çî û boçî êzdiyatî wesa bêjt û girnge heykelîyet bo me êzdiyan hebe.

Di layekê dî da Dr.memo behs li rêgryên li pêşa rîfurma êzdiyan û nifşê berê û gencên noke kir ku dê çawan baweryê bo nifşê kevin çêken ku guhorîn bêne kirin û kê mafê wê çendê heye guhorînan bike, tekez kir jî êzdiyatî neya aloze، eaynekê tijî ronahî û eşqe û bi hevgrtinê dikarîn rîform û gorankarîyê bikeyn,herwesa amaje da girngîya hebûna pertoka êzdiyatî, ku nehatiye çêkirin û rolê rewşenbîran di rîfurmê de.

Li dûvda der‌gehê gengeşê dinavbera diktorî û amadebûyan da li dor babetê navbrî hate vekirin.

Li dawyê jî rêzdar” Seîd Cirdo” Serokê Bingehê Laliş supasya Dr.memo û amadebûyan kir ku ev danustandin dewlemend bû û babet zengîntr lêkir، ronkir jî ku ev core danustandinên rewşenbîrî dê di berdewam bin.

 

                         

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

D.Hamîd bavî cejna xidir alyas li êzidyîan piroz di ke

Lalish Duhok

Kongirê rojnamevanî yê Bingehê Laliş derbarey Kota Êzidiyan

Lalish Duhok

Serok Barzanî cejna Çilê Havînê li kurdên êzîdî pîroz kir

Lalish Duhok