شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê gorekê dî yê bi kom hate dîtin

Li Şingalê gorekê dî yê bi kom hate dîtin

Ajansa Xanî:

Çalakvan Nacî Hecî taybet bo Ajansa Xanî got, evro Êkşembû 8 / 1/ 2023 ê” li komelgeha Sîbaşêxidrê gorekê dî yê bikom hate dîtin û ew jî dizivrît bo serdemê da’işê li demê Sê Tebaxa sala 2014ê û hêrişa wan bo ser Şingalê.
Navhatî got jî, berdewam gorên bikom li qeza Şingalê di hêne dîtin û ji mara wan berev zêdebûnê ve diçe û ew gorê evro hatî dîtin li Sîbaşêxidrê ye di Başûrê Çiyayê Şingalê û heta neha nehatîye zanîn çend rûfat di nav wî gorî dane û eve dibîte gorê Heştê yê bikom li komelgeha Sîbaşêxidrê dihête dîtin.
Ew jî got, em daxwaz dikin ew gore ji layê rêkxirawan ve bihête parastin û her di heman dem da me cihên peywendîdar agehdarkirîne heta ku demê wî were kû bihête heldan.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Elyas Nemo Xetarî: Ji kar û serhatiyên berê‌

Lalish Duhok

Li Bakurê Kurdistanê birrîna daran berdewam e

Lalish Duhok

vn Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg: Bila tevahiya êzîdiyan roja referandomê dengê “erê” bidin

Lalish Duhok