شبكة لالش الاعلامية

Elyas Nemo : Cejina Xidr Elyas û hindek ji rêûrismên wê

Cejina Xidr Elyas û hindek ji rêûrismên wê

Elyas Nemo xetarî

Lidemê hatina îd û erefatan helbet xelkê me xo amade diket jibo pêjwazîkirin û gêrana her cejinekê ، cejinên me êzdiyan ferq û cudahî heye dinavbera wanda ,çax û wext û dem û rêwrsim û çawanya birêvebirna cejinê, belku her cejinek bi werzekî salêve ye grêdaye wramaneke taybet didet , ziyaretbûn û seredana bab çakên êzdiyan erkê herê fere lidemê hatina îdê herdîsan kêfxoşî û şadî êke ji kar û ramana îdê , lewma dê bînin her ji zarokan û heta kiç û kurên genc û pîrek û kalemêr hest bi keyf xoşyekê diken çi bi berkirina cilan û amadakirina şirînya û grêdana govend û dîlanan liber dengê dihol û zirnayê , lewla cejin di civakê Êzdiyan da ramana berdewamya jiyanê didet û îda Xidr Elyas êke jiwan cejinan ku her sal vî demî ev roj dête saxkirin û dibte îda Xidr Elyas li roja pênc şembuwa êkê ji meha sibatê bi rojnama roj helat , berî hingî bi sê rojan rojyên Xidr Elyas dest pê diken û kelek xelkê Êzdî bi rojîdbin lirojên ( dûşembwê û sê şembuwê û çar şembuwê ) li pênc şembuwê dibte cejin, ji rê û rismên vê îdê çênabe serbir bêne kuştin wek qurbanî beru vajî digel cejinên dî , eve take cejine Êzdiyane serbra bo xêrê nakujin , raman wê çendê ewe ku li vî demê salê zorbeya heywanan wextê dû gyan yan bi têşkin û şîrî didenê û gunehe bêne serjêkirin lewma xelkê Êzdî xwarna vê îdê bi beremên siruştî û roekî bitinê amadedken dibêjinê ( bêxun ⁄ pêxun ) anku çênabt qurbanî bêne serbrîn û xun jê bêt .

Qelatk : Qelandina nok û tofik û genim û tovê gndorî û hindek corên dî û têkel kirna wan wek çerezê cejinê, ramana vê çendê ewe ku emê çandina van corên tovan xlasbû û ewên zêdekrîn cutiyar dizvrînte ve bo naf malê û kabanya malê dikete qelatk bo xwarnê lewma dbêjn Xidr Elyas û sal xilas merem sala çandinê bi dawî hat .

Pêxûn ⁄ Bêxun : Qelandna genmî paşî hêrana wî bidstarî û çêkirina şrînahiya cejinê ku dibêjnê ( Xebîse ) ew genmê hatye qelandin digel doşaba qesba têkel diken û vestrên û tobkên xiruvir jê dirust diken û dête bikarînan bo xwarnê wek şrînahya cejina Xidr Elyas .

Çerxus : xwarineke taybete salê êk carê dête çêkirin ji dehnê qelandî û livê îda Xidr Elyas dibêjinê çerxus girara cejinê divêt her malek livê roja pîroz hazrbiket .

Miraza evîndara : Çona ser denka dixewnêda , li Hêvara cejinê şevbêrî xoşdibin û şevxoşk germdibin û mehfel û civîn dêne gîran li hundirê malan û lidora sobaya qelatk û çay zêde dêne xwarn û vexwarn , keç û kur piştî dinvin têhnî dibin jiber zêde xwarna qelatka û çêdibt di xewna xweda herin ser denkê mala evîndarên xwe û avê jê vexon ramana wê ewe anku ew nêzîk de bine qsmetê yek .

Zîfkandin : Li sibeyka cejinê li roja pênc şembuwê di bawerya me Êzdiyanda Xidr Elyas û Xidr Nebî divê rojêda pirçên xo qusandîne lewma dvêtin her kesek divê rojêda hindek pirça xo biqusînt dibêjinê Zîfkandin .

Guh simtin : Li vê îdê guHên zarokên keç dêne simtin ( kunkirin ) wekî rojeke pîroze dunya sare û liber agrê sobayê guhên wan di smin û guhara bora dikenê bidestê hindek afretên şareza divî biwarîda .

Qedexeya nêçîrê : Wekî me gotî li vî demê salê bitrya giyaneweran bi dû giyanin û bitrya teyran liser hîkan lewma çona nêçîrê qedexaye .

Li dawiyê daxwazê ji xudayê mezin dikeyn îda tifaq û tebayê û serfrazyê bit cejina pêkve jiyanê û xoşiyê û rêzgirtina mirovan li mrovan bit yaxudê .

 

CH

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dîzayn û çêkirina peyçan di workşopekê de tê behis kirin

Lalish Duhok

Çînê cîgerê mirovan çêkir

Lalish Duhok

Parlamentoya Ewropayê di merasîmekê de xelata Saxarov da her du keçên Kurdên Êzdî Nadiya Mûrad û Lemîea Beşar.

Lalish Duhok