شبكة لالش الاعلامية

Agehyek ji bingehê Laliş – Elmanîya ji bo tev Mal u Komelên Êzidîyan li Europa

 

Agehyek ji bingehê Laliş – Elmanîya ji bo tev Mal u Komelên Êzidîyan li Europa

Em weyên hêja agehdar dikin ku pertokên xwendina babetê Êzidîyatiyê bi pîtên Latînî u kovara Laliş ya Akadîmî hijmarên Dawiyê u hinek belavokên din gehişte bingehê me, ku ji bal Desteya bilinda bingehê laliş ve li Duhok hatine weşandin u berhevkirn ..

ji bo vê yekê her mal u komela xwesit, dikare peywendiyê bi me bike, daku bikarin bi dest xwe bixin u korsên ziman u Ola Êzidiyatiyê ji bo zarokên Êzidîyan li dervey welat vekin ..

li vî biwarî wek bingehê laliş – Elmanîya – li bajarê Bielefeld , amedaye xwe di din xweyakirin ji bo hevkiryê di gel mal u komelên Êzidîyan ji bo vekirna korsên Babetê Êzidîyatiyê u zimanê kurdî da ku bi hevra bikarin zarokên xwe fêrî bingehên giring ji ola Êzidîyatiyê bikin u biparêzin ..

bo zanîn ew babetê Êzidîyatiyê ji sala 1996 were ji bal hukometa Herêma kurdistanê – wezareta Perwerdê ve hatîye qebûlkirn bo xwendevnên Êzidî li dibistanên kurdistanê ji kilasa 1 – 12 u ji berhevkirna hijmareka zan u oldarên Êzidî ji Bingehê Laliş e u Mîrê Êzidîyan u Civata pîrozkirye, lê heta neha bi zimanê kurdê – pîtên Erebî bû , lê Bingehê Laliş u bi razîbûna saziyên Hukometa kurdisatanê yên şole jê, hate vegohastin bo pîtên Latînî daku Êzidiyên dervey welat li ( Europa u Turkiya u Rusiya u Ermenistanê u Gorcistanê ) jî mifayê jê bibînin ..

ji bo têkeliyê :

lalishgermany@hotmail.de

tel : 0049 1796066299

Hejar Midir Dawud

Ragihandina

Bingehê Laliş – Elmanîya

13.09.2013

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

leqa 17 ya PDK Şingal … bingehê laliş xelat di ke

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş tayê‌ Xankê‌ 70kesên çalakên helbjartinan xelatkirin

Lalish Duhok

137 Keçên Rojê xola pilingên Zêrevanîya ya pêşmergehên Kurdistanê bi dawî anîn.

Lalish Duhok