شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî salvegera avakirina Bingeha Laliş pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî salvegera avakirina Bingeha Laliş pîroz dike

Rêzdaran li Desteya Bilinda Bingeha Laliş – Duhok Bi hilkefta 23. salvegera xebat û xzmeta Bingeha Laliş û vêxistina şemalka 24 saliyê,em gerimtirîn pîrozbahiyê ji tevaya bingeh û nivîsêngeh û endam û kadrên we û kurdên êzîdî bi giştî dikim.

Bingeha Laliş destkeftekê giringê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ye ku sala 1993 bi druşma Laliş kaniyeka zelal e û diherike nava rûbarê rewşenbîriya kurdî, ava bûye.

Digel hemû alozî û astengên pêşiya vê bingehê,lê bi hewldan û mandî bûna rewşenbîr û akademî û xemxorên kultûr û civaka êzdîyan,Bingeha Laliş xwe ragirt,berdewam pêşket û wekî dezgehekê neteweyî, olî,rewşenbîrî û civakî di nava saziyên Herêma Kurdistanê de cihekê hêja girt.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe zanî ye ku piştîvaniya kar û xebata Bingeha Laliş bike ku bikare baştir xizmeta taybetmendiya êzîdîyan bike.

Cînosayda devera Şingalê û zulim û sitem terorîstên DAIŞ li ser êzîdîyan,me han dide ku zêdetir xizmeta civak û saziyên êzîdiyan bikin ku bi baştirîn metod û bi aramî li ser axa xwe û nêzîkê perstgeh û pîroziyên xwe li Kurdistanê,jiyan û kar û xebatên xwe bidomînin.

Dîsan we pştirast dikim ku hewldanên ji bo keysa bi cînosayd nasandina karesata Şingalê li ser asta navdewletî me berdewame,her wiha em rola Bingeha Laliş piştî rûdana karesatê ji bo xizmetkirnia lêqewmiyan û helwêsta wê ji bo berevanîkirin ji ax û ol û civaka kurdên êzidî,bi rêz û bilind dinirxînin.

Dubare salvegera damezrandna Bingeha Laliş pîroz dikim û hêviya berdewamî û pêşve çûnê ji bo kar û xebata we dixwazim. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 12/5/2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş salvegera cînosayda Êzidyan li bîrdînt

Lalish Duhok

Parlamentoya Ewropayê di merasîmekê de xelata Saxarov da her du keçên Kurdên Êzdî Nadiya Mûrad û Lemîea Beşar.

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê kir

Lalish Duhok