شبكة لالش الاعلامية

Rûs naxwazin herin Tirkiyê

Rûs naxwazin herin Tirkiyê

Çavkanî : Rûdaw

Rûsiya dest bi geştên xwe yên tûrîstîk bo Tirkiyê kiriye, lê hêj welatiyên Rûsyayê naxwazin ji ber pirsgirêkên ewlekariyê seredana Tirkiyê bikin.

Hikûmeta Rûsyayê ragihand ku seferên firokeyî yên çarter bo Tirkiyê tenê piştî du heftiyan, an ku dawiya wê mehê dikarin destpê bikin.

Piştî heşt meh qedexeyan, yekemîn sefera geştiyarên Rûsya beriya çend rojan gihîştibû Antalyayê û bi kêfxweşî ji aliya rayedarên Tirk ve hatibûn  pêşwazîkirin.

Lê belê diyar e kêfxweşiya şîrketên geştûguzarî yên Tirkiyeyê dê neçe sêrî.

Rêvebira şîrketa geştûguzarî ya li Moskowê Mîdya Muradova ji Rûdawê re got, piraniya geştiyarên Rûs wek prensîp nexwazin biçin Tirkiye.

Mîdya Muradova wiha domand: “Piraniya geştiyaran  îsal diçin Qibris, Yûnanistan, Bulxaristan, Îtalya, Îspanya, Tunis û welatin din ên Derya Spî. Lê naçin Tirkiyeyê. Heta tevî ku  peywendî asayî bûne jî, lê dîsa jî nexweşî û acizî hêj dimîne. Vê gavê, piştî rakirina qedexeyan jî hemû geştiyar ne amadene ku serdana Tirkiyê bikin. Sedmeke din jî hebûna pirsgirêka ewlehiyê ye. “

Hikumeta Rûsyayê gîrobûna destpêbûna seferên firokeyî yên çarter, bi pirsgirêka ewlekariyê ve şîrove dike û ji hikumeta Tirkiyeyê garantiya dixwaze.

Welatiyên Rûsyayê bi giştî amadekariya xwe ya betlanê zivistanê an jî destpêka biharê dikin. Lewma jî êdî kesên ku îsal serdana Tirkiyeyê bikin, hejmara wan dê pir kêm be.

Geştiyarê bi navê Sergey jî wiha got: “Min tetîla xwe li Soçîyê kir. Dema ku min bileta xwe kirî, seferên Tirkiye hêj girtî bûn.  Îsal min tetîla xwe êdî kir. Dibe ku sala din ezê biçim Tirkiyê. Soçî pir xweş e. Geşteke pir balkêş bû. Ez ji ber pirsgirêka ewlehiyê ne çûm Tirkiyê.”

Her sal nêzîkî 4 mîlyon geştiyarên Rûsî betlana xwe li Tirkiyê dikirin.

Ji ber ku sezona geştûguzarî li Rûsyayê meha Tebaxê bidawî dibe, îsal rayedarên Rûsyayê hewil didin ku berê geştiyarên xwe  bidin herêmên Rûsyayê û bi xwe ji vê sektorê sûd werbigrin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekê kesayetyên syasî yên êzdya seredana “Şêx Şamo” kirin û piştgîrya xo bo Rîfrandomê ragehandin

Lalish Duhok

Kemal Tolan:Tevaya komkujiyên ku li Kurdistanê pêkhatine șermezar dikim û hemû cangoriyên Êzdîxan/Kurdistanê bibîrtînim .:

Lalish Duhok

Zaroka Kurd a 2 salî di nava satila avê de xeniqî

Lalish Duhok