Berf û baran destpêdike
Rêveberîya seqanasîya Îraqê ragehand; li destpêka heftîya bê, pêleka berf û baran barînê dê parêzgehên herêmê vegire û bo demê çend rojan ya berdewam be.
Malperê fermî yê rêveberîya giştî ya seqanasî û erdhejan li herêmê dîyar kirîye, pêşbînî tê kirin, her ji roja şembîyê, herêm bikeve bin pêleka bayê deryaya naverast û deryaya sor û bibe egerê daketina pleyên germê û barîna baranê.
Dîsan bo roja Yekşembê jî, karîgerîyên wê pêlê dê zêdetir dîyar bin û berf barîn dê li deverên çîyayî destpêbike û bo demê çend rojan, ya berdewam be.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî