شبكة لالش الاعلامية

Îbrahîm Tatlises cara pêncemîn e dizewice

Îbrahîm Tatlises cara pêncemîn e dizewice

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjê navdar ê Kurd Îbrahîm Tatlises ragihand ku bi evîndara xwe Gulçin Karakaya re ku 43 sal ji wî biçûktir e, zewicî.

Stranbêj Îbrahîm Tatlises di bernama xwe ya bi navê Îbo Showê de Murat Dalkiliç, Ersay Uner, Simge Sagin, Ebru Yaşar kirin mêvan. Di bernameyê de Tatlises ragihand ku ew cara pêncemîn e zewicî ye.

Gava Ebru Yaşar ji Tatlises re got “Hûn zewicî ne”, wî jî behsa  zewacên ku heta niha kirine kir.

Tatlises diyar kir ku wî zewaca xwe pêncemîn kiriye û got:  “Ez kêfxweş im, ez zewicî me. Bi rastî Gulçin li min haydar dibe. Ez ne di wê rewşê de me ku piştî vê saetê hesab bidim kesî.”

Hate zanîn ku Îbrahîm Tatlises ê 69 salî daxwaza xwe ya zewacê bi gustîlk pirlanta ya pir taybet kiriye, û piştî bersiva ‘Erê’, herdu li malê bi beşdariya hevalên xwe zewicîne.

Derketibû holê ku Tatlise bi Gulçin Karakaya re bi qasî 1,5 sal jiyana evîndariyê hebûye. Tatlises di heman demê de evîndara xwe Karakaya bi jina xweya berê Ayşegul Yildiz re nasandibû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

kuçikek kolanan zarokeke nû ji dayîkbûyî ji mirinê rizgar kir

Lalish Duhok

Navçeye here balkeş Kaniya Sipî binase

Lalish Duhok

Divê mirov çawa gazî zarokan bike?

Lalish Duhok