November 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li bexçeyê mala polîsekî berê 24 cenaze hatin dîtin

Li bexçeyê mala polîsekî berê 24 cenaze hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li El Salvadorê ji bexçeyê mala polîsekî 10 cenaze hatin derxistin. Li gor zanyariyan lêkolîn û lêgerînên li mala wî polîsê berê berdewam in ku berî niha jî 14 cenaze li bexçeyê mala wî hatibûn dîtin.

Li El Salvadorê hêzên ewlekariyê berî çend rojan li mala kesê bi navê Hugo Osorio Chavez lêgerîn dabûn destpêkirin.

Di encama lêgerîn û lêkolînan de 14 cenaze ji bexçeyê mala Chavezê 51 salî hatibûn derxistin ku ew kes polîsekî berê bû û 2005an ji kar hatibû dûrxistin.

Li gor nûçeya BBCyê di encama berdewamiya lêgerînên hêzên emnî de li bexçeyê mala wî polîsê berê, 10 cenazeyên din jî hatin dîtin.

Bi vî awayî heta niha bi giştî 24 cenaze ji bexçeyê mala Hugo Osorio Chavez hatin derxistin û lêgerînên li wê malê berdewam dikin.

Berpirsên ewlekariyê yên li wê herêmê pêşbînî dikin ku derdora 40 cenaze ji bexçeyê mala Chavez bên derxistin û ev prose jî dê mehekê li ber xwe bide.

Ew cenazeyên ku ji bexçeyê mala wî polîsê berê hatine derxistin bo Pizîşkiya Dadê hatin şandin, bi mebesta ku testa DNAyê bê kirin û nasnameyên wan qurbaniyan bên diyarkirin.

El Salvador welatekî Amerîkaya Navîn e û mala wî polîsê berê jî dikeve 78 kîlometran bakur rojavayê San Salvadora paytexta wî welatî.

Hugo Osorio Chavez ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin

Çi qewimîbû?

Meha Nîsana îsal Hugo Osorio Chavez bi tometa kuştina jineke 57 salî û keça wê ya 26 salî, li bajarê Chalchuapa hatibû desteserkirin û derbarê wî de lêpirsîneke berfireh hatibû destpêkirin.

Hêzên emnî li mala wî polîsê berê dest bi lêgerînê kiribûn û di encamê de 14 cenaze ji bexçeyê mala wî hatibûn derxistin û heta niha hejmara cenazeyên li bexçeyê wê malê hatine dîtin gihiştiye 24an.

Herwiha 10 kes jî bi tometa ku alîkariya Chavez hatibûn desteserkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi