شبكة لالش الاعلامية

17emîn Pêşangeha Tirî û Hinguv li Dihokê tê lidarxistin

17emîn Pêşangeha Tirî û Hinguv li Dihokê tê lidarxistin

Tora Laliş ya Ragehandinê

Navenda Nûçeyan (K24) – 17emîn Pêşangeha Tirî û Hinguv, bi beşdariya 41 baxçevan û mêşvanan, roja 11ê Îlonê li bajarê Dihokê tê lidarxistin.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê Muslih Hesen ji K24ê re ragihand, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 17emîn Pêşangeha Tirî û Hinguv li Dihokê tê sazkirin.

Li gor Muslih Hesen, pêşangeh roja Çarşemê 11-09-2024an li Family Mall a Dihokê tê vekirin û 20 baxçevan û 21 mêşvan tê de beşdar bibin.

Armanca pêşangehê, wek Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandinî yê Parêzgeha Dihokê gotiye, piştevanîkirina sektora taybet û berhemên navxweyî û nîşandana berhemên cotkarên parêzgeha Dihokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û firotina wan e.

Diyar kir jî, di 17mîn Pêşangeha Tirî û Hinguv de zêdetir ji 50 cureyên tirî dê bên pêşandan. Herwiha Got: ev pêşangeh derfetek e bo cotyarên me û cotkarên parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê ku hevdu nas bikin û zanyariyan bi hev re biguhezînin.

Sala borî roja 20.09.2023ê 16emîn Festîvala Tirî û Hinguv li Family Mall a bajarê Dihokê bi beşdariya 20 mêşvan û 20 baxçan birêve çûbû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hirça du lingên wî şikestî li Xarpêtê hat dermankirin

Lalish Duhok

Ew sewze li cîhanê bi tenê li bajarekî Kurdistanê heye

Lalish Duhok

Bakûr – Li Gimgimê zilamek 53 sal in rojname û kovaran kom dike!

Lalish Duhok