شبكة لالش الاعلامية

Ji bo Kurdên Êzidî kampeke nû

Ji bo Kurdên Êzidî kampeke nû

Çavkanî : Rûdaw

 Li navçeya Zaxoyê ji bo Kurdên Êzdî kampeke nû hate avakirin û 600 malbatên Êzidî li wir hatine

bicîhkirin.

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Pehlewî ragihand ku li nêzîk navçeya Zaxoyê kampek nû ji bo koçberên Şingalê hate avakirin.

Di navbera Duhok û Mûsilê de 5 kampên din hene ku koçberên Mûsilê tê de hatine bicîhkirin lê ya nû, taybet e bo Kurdên Êzidî.

Navê kampê “Darker Eceme” ye û  600 malbatên Kurdên Êzidî tê de hatine bicîhkirin. Peyamnêrê me dazanîn ku niha hewl tê dayîn ku koçberên din ên derveyî kampan mane, bînin li vir bicîh bikin.

Berdevkê Parêzgarê Duhokê jî ji Rûdawê re got ku niha ji sedî 60ê koçberên Êzidî yên Duhokê li derveyî kampan dimînin.

Rêveberê Kampa Darker Eceme Memûn Yehya jî ji Rûdawê re behsa sedema venegeriyana Kurdên Êzdî ya ji bo Şingalê kir û got:

“Kurdên Êzidî hê jî karesata Şingalê jibîr nekirine û di bin bandora wê de ne. Ya duwem jî hê Şingal nehatiye avadankirin û xizmetguzariyek bi giştî li navçeyê nehatiye kirin.”

Yehya destnîşan kir ku ew dixwazin koçberên li derveyî kampan mane di kampan da berhev bikin û xizmeta wan bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li komelgeha Şarya harîkarî liser 15 qutabxanan hatine belavkirin

Lalish Duhok

Salnamaya Laliş 2022 hate derêxstin

Lalish Duhok

Bi video…Li ber Koşka Spî çalakiya Şingalê

Lalish Duhok