شبكة لالش الاعلامية

57 rojnamevanên Şingalê li bingehê laliş hatne xelatkirin

57 rojnamevanên Şingalê li bingehê laliş hatne xelatkirin

Tora Laliş ya Ragehandnê

Bi helkefta bîrewerîya cînosayda êzidyan li Şingalê û bi çavdêrya berêz(şêx şamo)endamê perlemanê kurdstanê û serokê desteya bilnda bingehê laliş bi hevkarya liqê 17yê partî dîmukratî kurdstan li Şingalê û Navenda peyaminêrên mîdyayê li Dihokê û sendîka rojnamevanên kurdstanê liqê Neynewa،li rêkkeftî 7/8/2016 ،li avahyê bingehê laliş çalakyek hate encamdan.

bi amadebûna jimareka kesayetî û rewşenbîr û mamostayan،ev çalakî hate sazdan û têda pêşangeheka fotografî li dor karesata Şingal ji alyê rojnamevan(Îvan Hecî)hate vekirin،li pêre rê û resm bi çendekê rêzgrtin bo gyanê cangoryên Şingalê û gişt cangoryên kurdstanê û bi siruda nishtîmanî (eyî reqîb) destpêkir.

pştî peyva bixêr anînê،endamê perlemanê kurdstanê(şêx şamo) û neqîbê rojnamevanên kurdstanê(Azad Heme Emîn) û kargêrê lIqa 17 ya partî(Edrîs Zozanî)peyvek pêşkêşkirin.

Di peyva xo da(şêx şamo) bi dirêjî behsê karesatê kir û daxwaz ji hemû dam û dezgehên herêma kurdstanê kir taybetmendîyeka mezin bi Şingalê bête kirin û her dezgehek dibwarê xo da xizmeta Şingalê bikit û ji neqîbê rojnamevanên kurdstanê xwast nûneratî yan lqekê sendîkayê li Şingalê vekin.

Ji bal xove û di peyva xo da neqîbê rojnamevanan belên bi (şêx şamo) da ku liqekê sendîkayê li Şingalê vekin.

Ji layekê divê strana serkeftna pêşmergey ya honermend (Silêman Hevok)hate gotin û fîçerek li dor karesta Şingalê hate nimayşkirin،li dûv da xelatê rêzlênanê pêşkêşî 57 rojnamevanên Şingalê hate kirin û kel û pelên xwarnê jî li ser rojnamevanan hatne belavkirin.

li dawyê jî kurtyek li dor pertoka karesata Şingalê ji alye berêz (Şemo Qasim) berpirse lijna rewşenbîry ve  hate behskirin û hate îmzakirin û hatin belavkirin li ser amadebûyan.

 

 
5 4 3 7 6 10 11 8

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Daxwaz ji Serokê Meclisa Nûnerên Iraqê tê kirin jibo zêde kirina kotaya Êzdiyan li perlemantoyê Iraqê

Lalish Duhok

Li Polandayê hezaran xwendekarên Ukraynî dest bi xwendinê kirin

Lalish Duhok

Barzanî: Hingê dê Êzidxan dawî pê bê ku Kurdistanê dawî pê were

Lalish Duhok