شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî biryarekî di berjewendiya xelkê hejar û kêmderamet de dide

Mesrûr Barzanî biryarekî di berjewendiya xelkê hejar û kêmderamet de dide

BasNews – Parêzgarê Hewlêrê radigihîne, li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, “Texmîna nirxê zeviyên sindoqê ji %30 bû %10 û dê were tomarkirin û dê destûra avakirina xaniyan were dayîn.”

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî li ser çend biryaran ji bo zeviyên sindoqan û xaniyan li gundan nîşan daye û “Nirxa texmînkirî ya zeviyên sindoqan ji 30% bo 10% hatiye kêmkirin û ew dê bên tomarkirin û dê destûr ji bo avakirina xaniyan bê dayîn.”

Her wiha got: “Di dema borî de me çendîn civîn lidar xistin û daxwazên welatiyan kom kirin û gotûbêj kirin, ew daxwaz hatin di reşnivîsekê de hatin komkirin û ew reşnivîs hat pesendkirin.”

Zeviyên sindoqê, zeviyên ku welatiyan li milê çep û rastê bi zêdeyî kirine ava kirin, lê hîn jî destûr nehatiye dayîn ku bibin xanî.

Umêde Xoşnaw da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo alîkariya xelkê kêmderamet û hejar razemendî nîşan daye ku li gorî pêwîst hêsankarî di çakkirina xaniyan de bê kirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Pêdiviya sîstemê bi guhertinan heye

Lalish Duhok

Li Silêmanî koçberên Şingalê 2emîn salvegera karesata Şingalê bi merasîmekê bibîranîn.

Lalish Duhok

Şandekî Bingehê Laliş serdana oldarê Êzidiyan yê navdar Feqîr Xidir Berkat Keso kir

Lalish Duhok