شبكة لالش الاعلامية

Bîranîna qurbanyên peqîna Sîba Şêxidir û Gir’zêr û komkujya gundê Koço l komelgeha Şarya

Bîranîna qurbanyên peqîna Sîba Şêxidir û Gir’zêr û komkujya gundê Koço l komelgeha Şarya

tora lalş ya ragehandnê\ Cemal Kudî

jibo bîranîna qurbanyên peqîna li Sîba Şêxdr û Gir’zêr û komkujya gundê Koço, bingehê laliş tayê Şarya çalakyek ku ji çend birgên cora û cor pêkhatbû li hola laliş(1) li komelgehê encam da.

û bi amadebûna hjmareka mezin ji kesayetyên syasî û kadirên hizbî û rîhspî û rewşenbîr û xelkê komelgeha Şarya û awarên Şingal li rêkkeftî 13/8/2016،bingehê laliş tayê şarya rabû b bîranîna peqîna li Sîba Şêxidir û Dir’zêr û komkujya gundê Koço.

pIştî xolekek seknîn wek rêzgirtin bo gyanê pakê cangoryên kurdstanê û karesata Şingal، rê û rismên çalakyê dest pêkrin، li destpêkê peyva bingehê laliş tayê Şarya jه layê berêz “Felah Xêrî Mîrzu” endamê desteka rêveber ve hate xûndin، paşî parçe muzîkek hate nimayş kirin ku ji layê muzîk jenê bajêrê Dihokê “Mehemed zekî”hatye amade kirin li dor karesata Şingalê.

di layekê dî yê çalakyê da،çendîn hozan hatne xûndn ji layê hozanvanan (Hesen Hisên ـ Hesenku، Cemal Kudî، Sekar Kamil، Xald Kalu، Sacid Şingalî ،Canê Laliş ).

herwesan gropê Xewnên Paşeroja Şingal bi nimayşekê digel hozanvan “hesen hisên” pişkdarî vê çalakyê bûn.

1 2 3 4 5

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çalakyên Bingehê Laliş di çar mehên derbazbûy da li sala 2022da.

Lalish Duhok

Xwendekarên perwerdehiya Kurdî li Kerkûkê bo zanîngehan neyê qebûlkirin

Lalish Duhok

Li Îranê dengdana ji bo hilbijartinan destpê kir

Lalish Duhok