Hikûmeta Iraqê: Bi beşdarbûna Pêşmerge şerê rizgar kirina Mûsilê destpê kir
Çavkanî :BasNews
Hikûmeta Iraqê bi şêweyekî fermî nav Pêşmerge dixe nav rêza hêzên ku dê beşdarî şerê rizgar kirina Mûsilê bibin.
Berdevkê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî di daxuyaniyaekê de ku, îro 29 Hizêranê hatiye belav kirin ragehandiye ku, destpêkirina şerê rizgar kirina Mûsilê bi fermî tê ragehandin.
Di daxuyaniyê de hatiye: “Di çarçoveya ragehandina Hikûmeta Iraqê ku îsal dê sala yeyalîkirina rizgar kirina hemû bajr û bajarokên Iraqê ji çekdarên DAIŞê be, piştî kuFellûca hate rizgar kirinwê hêz berê xwe bidin Nînewa jibo rizgar kirina Mûsilê.
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, cenga lidijî terorê cenga hemû Iraqiyan e û erkê hemû welatiyên Iraqê ye, îro hemû hêz di bin nave asayişa niştimanî de, Artêş, Polîsa Fedralî. Pêşmerge, Heşdî Şeibî û Eşayirî mil bi milên hev kar dikin jibo rizgarkirina Nînewa û bajarê Mûsilê.”
Ji aliyekî din ve wê yekê jî eşkere dike ku fermandeya giştî ya hêzên çekdar nikare ti heêzekê ji şerefa rizgar kirkna axa Iraqê bê rol û beşdarî bike, lewma ev erkê ser mile hemû gelên Iraqê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
