شبكة لالش الاعلامية

Dr. Irfan Ortac ji bo avakirina 2. mala zarokên sêwî ên Êzîdîyan dîsan li Başûrê Kurdistanê ye

Dr. Irfan Ortac ji bo avakirina 2. mala zarokên sêwî ên Êzîdîyan dîsan li Başûrê Kurdistanê ye

 Çavkanî : Bahzani

 

Serokê Mala Êzîdîyan li Hessen/Almanya, Dr. Irfan Ortac niha dîsan li Başûrê Kurdistanê ji bo avakirina malekê ji bo zarokên sêwî li gel rayêdarên herêmê di nav pêwendîyan de ye.

Di meha Nîsana 2016’an de Civaka Xiristîyan û Êzîdîyan li Almanya (Die Christlich-Ezidische Gesellschaft ) û Mala Êzîdîyan li Hessen ji bo 27 zarokên sêwî, zarokên bê dê bav ji Şingalê, li Şêxanê (Êsifnê) malek çêkiribûn û hemû mesrefên wî girtine ser xwe.

Niha jî dîsan Dr. Irfan Ortac li ser navê wan herdu rêxistinan li Başûrê Kurdistanê ye û dixwazê vê carê jî malekê ji bo 30 zarokên sêwî çêbikê. Hemû mesref li ser wan in. Ji ber vê yekê jî Dr. Irfan Ortac li gel rayedarên Başûrê Kurdistanê di nava pêwendîyan de ye.

Wek ku tê zanîn piştî karêsata hatî serê Êzîdîyên li Şingalê, bi hezaran Êzîdî hatin kuş, bi hezaran ketin destên terorîstên DAIŞ’ê û bi sedhezaran jî ji cih û warên xwe koçber bûn.

Ji ber vê karêsat û fermana hatî serê Êzîdîyan, 3500 zarok jî sêwî, bê dê û bav man e.

Ji bilî wê jî heta niha 3764 Êzîdî jî weke êsîr di nav destê DAIŞ’ê de mane, ku gelek ji van keç û jinên Êzîdîne, ku weke koleyên sexê têne bikar anîn.

 

Irfan-2

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Malek bi berdewam harîkarya zarokên sêwî di ke

Lalish Duhok

Bi çavdêrya Şêx Şamo Holên 1 û 2 li komelgeha Şarya di hêne sexbîrkirin .

Lalish Duhok

Wekîlê Mîrê êzdiyan: Rêkeftina Şingalê gîro bibe bêhtir metirsî li ser Şingalê çêdibin

Lalish Duhok