A’bdalxalq babîrî:partî û serok Barzanî kar jibo serbxweya kurdistanê diken
tora laliş ya ragehandnê
A’bdalxalq babîrî،endamê serkrdayetya partî dîmukratî kurdstan û berprsê liqa êk ya partî،dismînarekê de li kempîna laliş ya rewşenbîrî ya duwê bo xwendekarên şingalê li nawçedarîya zawîte ragehand ku êdî êraqa êkgirtî nema û bi qenaeta partî mehale xelkê êraqê eve 100sale nikarî bihevre bijî jinû pêkve najît،lewma partî û serok Barzanî daxwazê dike em cudabin.
di berdewamîdan bi kempîna laliş ya rewşenbîrî bo xwendekarên şngalyê li nawçedarîya zawîte،îro 3/10/2016 û bi amadebûna “şêx şamo” serokê desteya bilinda bingehê laliş li dihokê ،smînarek bo ‘A’bdalxalq Babîrî ‘ endamê serkrdayetya partî dîmukratî kurdistan û berprsê liqa êk ya partî،li dor rewşa noke ya syasî bi taybet li devera şingal hate pêşkêşkirin û têda behsê dîroka êraqê kir û çma partî daxwaza dewletbûnê û cûdabûnê dikt û got:” êdî êraqa êkgirtî nema û bi qenaeta partî mehale xelkê êraqê eve 100sale nkarî bihevre bijî jinû pêkve najî ،lewma partî û serok barzanî daxwazê dike em cudabin”.
di tewerekê dî da bi têr û teselî behsê xoragrya xelkê şingalê kir û di heman dem da sereray vî barudoxê nalebar van kiç û xortên şingalê karîn pilên wesan yên baş bi dest ve bînin،eve xo bi xo nîşana hindê ye ku xelkê şingalê yê bi hêze û îrada xo radestî çû dujminan naketin،ji layekê dîve behsê mal wêranîya bi serê milletê kurd hatî di dîrokî de û bi salan hemû bi rêzkirin û dawî ya bi ser şingalê da hatî.
herwesan di smînarê da xwendekaran jî got bo girntya mana me çî ye û girntya dû bare nebûna karesatê “babîrî”dyarkir ku girntya wê ewe em cuda bibn da sbe rojê karesat biser meda neên jibo her pîlanekê metrsîdar bi destê xo berevanyê ji xo bikeyn.
dsmînarê de gengeşe dinavbera xwendekaran û simînar bêjî da hate kirin û berêz” ‘bdalxalq babîrî “pêşwazya boçuna wan kir û bersva hemû pirsyarên xwendekaran dan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
