Li Herêma Kurdistanê 24 demjimêrên borî de 4 kesên pêketiyên koronayê canê xwe ji dest dan
BasNews – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 89 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 89 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 23 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 17 kes li Duhokê û 4 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 173 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 80 kes li Hewlêrê, 41 kes li Silêmaniyê, 45 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 4 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 380440
Mirin: 7103
Başbûn: 37160
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî