شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş çil rojya nivîser û vekoler (Pîr Xidr Silêman)saxkir

Bingehê Laliş çil rojya nivîser û vekoler (Pîr Xidr Silêman)saxkir

Toar Laliş/Duhok

Desteya Bilnda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Civakî li Duhokê , çil rojya nivîser û vekoler Pîr Xidr Silêman bi çendîn çalakyan saxkir.

Îro 24 y kanûna êkê li Bingehê Laliş li Duhokê bi amadebûna rêzdar” Şêx Şamo” Şêwermendê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzdyan û Serokê Bingehê Laliş û malbat û kesukar û rewşenbîr û heval û dostên xudê jê razî, çil rojya nvîser û vekoler Pîr Xidr Silêman bi çendîn çalakyan hate saxkirin.

Li pêşyê wek rêzgrtin bo gyanê xudê jê razî amadebûyî xolekekê seknîn, li dûvda berêz “Şêx Şamo” peyvek pêşkêşkir û têda serexoşî li malbat û kesukarên xudê jê razî kir û tîşk êxste ser kar û xebat û rol û têkoşîna Pîr Xidr Silêman.

Di penelekê dî da kurte filmek liser jiyana xudê jê razî Pîr Xidr Silêman hate nimayşkirin, paşî parçe hozanek ji layê mamosta Seîd Cirdo ve liser gyanê xudê jê razî hate pêşkêşkirin.

Li pêra berêz Sedîq Basî ku dibte hevalê xudê jê razî behs li jyan û kar û xizmeta Pîr Xidr kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan:Tevaya komkujiyên ku li Kurdistanê pêkhatine șermezar dikim û hemû cangoriyên Êzdîxan/Kurdistanê bibîrtînim .:

Lalish Duhok

Pentagon: Di teqînên Efxanistanê de komek serbazên me hatin kuştin û birîndar bûn

Lalish Duhok

Bingehê Çandî û Civakî ya Lalişê, tayê Bahzanî, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê pîroz dike

Lalish Duhok