شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: serketina Îsko Dasinî pîroz kir.

Şêx Şamo: serketina Îsko Dasinî pîroz kir.

Tora Laliş ya Medîy  

Bi helkefta serketina kandîdê kurdê Êzidî berêz Îsko Dasinî bo perlementoya Gorcisatnê li ser lîsta partîya fermanrewaya Gorcistanê ( partîya Hîviya Gorcistanê )، Şêx Şamo tilegrafek pîroziyê belavekir u têde ew serkeftine wek destkeftek mezin li qelem dide.
Şêx Şamo Endamê perlementoya Kurdistanê di nama pîroziyê da bal dikişîne li ser giringîya serketina berêz Îsko Dasinî ji bo doza rewaya gelê kurdistanê u bi taybet civaka kurdên Êzidî u her weha Hîviya serketinê ji bo berêz Dasinî xwestîye..
Di layek din yê wê tilegrafê da Şêx Şamo Hîviya qayîmkirin u pêşdebirna peywendîyan di neqeba perlementoya Kurdistanê u Gorcisatnê kir ye .
Carek din pîroz u bimbarek be ji bo tevaya gelên bin dest.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ew sewze li cîhanê bi tenê li bajarekî Kurdistanê heye

Lalish Duhok

Mamostayekê‌ zanîngeha Silêmaniyê:Bingehê‌ Laliş şaşyên li ser Êzdiyan hatîne nivîsîn rastvekrine

Lalish Duhok

Keçeke Kurda Amerîkî alîkariya Kurdên Êzidî dike

Lalish Duhok