شبكة لالش الاعلامية

Keçeke Kurda Amerîkî alîkariya Kurdên Êzidî dike

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Kurda Amerîkî bi navê Narîn Biryar li zanîngeha Boston dixwîne, kar û çalakiyan di warê piştevaniya Kurdên êzdî dike.

Narîn keçeke Kurd e, li Amerîkayê ji dayik bûye û li Zanîngeha Bostonê dixwîne û çalakvaneke warê piştîvaniya Kurd, Êzdî û kemîneyên din e.

Narîn Biryar malperek bo komkirina alîkariyan dirust kir û bi rêya malperê alîkariyan kom dike. Narîn dibêje ew dixwaze Kurdêmn Êzdî û komkujiya li hemberî wan hatiye kirin bi xelkê Amerîka û cîhanê bide naskirin.

Wê xwestiye alîkariya Êzdiyên bike, ji ber ku zerermendên herî mezin ên destê DAIŞê bi gotina wê ew in.

Bi rêya torên xwe yên civakî û piştîvaniya hevalên wê, Narîn rûpeleke komkirina alîkariyan vekiriye.

Narîn kariye di yekem pêngav de, zêdeyî 2 hezar û 500 dolaran kom bike û herwiha pêdiviyên dibistanê bo xwendevanan peyda dike.

Niha Narîn komkujiya Kurdên Êzdî bi xelkê Amerîka û cîhanê dide nasandin.

Li Kurdistanê wê alîkariya Kurdên Êzdî û penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye. Di heman demê de kursên fêrkirin û bihêzkirina zimanê Ingilîzî jî vekirine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mohleta artêşa Iraqê ji bo derketina hêzên çekdar ji Şingalê bi dawî tê

Lalish Duhok

Şêx Şemo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

Çîroka keça Êzidî di bazarên Ewropayê

Lalish Duhok