شبكة لالش الاعلامية

Ji bo Silêmaniyê projeyeke mezin

Silêmanî (Rûdaw) – Bi beşdariya rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li bajarokê Tekyeyê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve santrala elektirîkê vebû. Tê pêşbînîkirin ku bi saya vê santralê beşek mezin a pirsgirêka elektirîka Silêmaniyê çareser bibe.

Santrala ku li Silêmaniyê vebûye dê rojane 400 KV elektirîk hilberîne. Santral bi hevkariya Şirketa Petrola Niştîmanî ya Petrola Koreya Başûr û Wezareta Samanên Sirûştî û Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê hate avakirin û di projeyê de 63 milyon dolar hate xerckirin.

Derbarê vê mijarê de Rêvebirê Projeya Santrala Elektirîka Xebat-Tekyeyê li Wezareta Elektirîkê Mihemed Omer ji Rûdawê re wiha got: “Herêma Kurdistanê di sala 2014ê de ji bo avakirina 7 santralên mezin ên elektirîkê biryar da, lê ji ber krîza aborî ji wan tenê 2 proje xilas bûn. Yek ji wan a li Hewlêrê Xebat e, ya duyem jî ya Tekyeyê ye ku îro vebû.”

Rêvebirê Kontrolkiririna Elektirîkê yê Giştî li Wezareta Elektirîkê Omid Ehmed jî da zanîn ku bi porjeya navborî dê ji sedî 30 teserufa elektirîkê bikin û got: “Lê ligel vê yekê em dê rojane zêdetir elektirîkê bidin welatiyan.”

Li Herêma Kurdistanê bi giştî 9 santralên elektirîkê hene. Berdevekê Wezareta Elektirîka Kurdistanê Heme Emîn Hewramî jî destnîşan kir ku 5 santral bi gaza sirûştî dixebitin û ji sedî 84 pêwîstiya elektirîkê ji wan tê dabinkirin.

Emîn Hewramî herwiha da zanîn ku du santralên elektirîkê bi avê û yek jî bi petrolê dixebite.

Li gorî daneyên Wezareta Elektirîka Herêma Kurdistanê di sala 2007ê de hilberîna elektirîkê 581 megawat bû, lê di sala 2017ê de ew rêje gihîştiye 2 hezar û 700 megawat elektirîkê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Îranê li Iraqê kir

Lalish Duhok

Hikûmetê piştevaniya darayî ji bo baştirkirina rewşa xwendekaran terxan kir

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Newroz ji bo Kurd û Kurdistanê cejna vejînê ye

Lalish Duhok