شبكة لالش الاعلامية

Piştî xwepêşandanan Ebadî gav avêt: 3.5 milyar dolar terxan dike

 Rûdaw – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî xwepêşandanan biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.

Îro (14-07-2018) danê êvarî li bajarên başûrê Iraqê, Kerbela, Necef û Besrayê xelk rijiyane ser cadeyan û dest bi xwepêşandanê kirin. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî amadebaşî ya temamî ragihand.

Piştî xwepêşandanên li van parêzgehan Serokwezîrê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Besrayê Mistefa Goran li Besrayê ragihand, ku xwepêşander ketine nav avahiya Encûmena Parêzgeha Kerbelayê.

Peyamnêrê me da zanîn, ku li Necef, Mîsan û Besrayê jî xwepêşandan tên kirin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Helkeft Ezîz jî ragihand, ku bi armanca piştgiriya xwepêşanderên Besrayê, xelkê Bexdayê jî li Qada Tehrîr kom bûne û nêzîkî 3 demjimêran xwepêşdandan kirine.

Li gorî gotina peyamnêrê me li hemû kolan û cadeyên Bexdayê leşker hatine bicîhkirin da ku pêşiya berfirehbûna çalakiyan bigrin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Iraq ji bo vegera koçberan a ji sînorê Lîtvanya asankariyê dike

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî hezar kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Belave kirina harîkaryên xwarnê bi ser 70 xêzanên rizgarbuyan li deverdarya Şarya

Lalish Duhok