Besra (Rûdaw) – Di xwepêşandanên li bajarê Besrayê de bi guleyên hêzên ewlekariyê 2 kesan canê xwe ji dest da û herwiha çend kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Besra yê Iraqê îro tevî qedexeya derketine derve û bergiriyên tund ên hêzên ewlekariyê xelk dîsa daketin ser cadeyan û ji ber nebûna xizmetên eletrîk û avê xwepêşandan lidarxistin.
Peyamnerê Rûdawê Mistefa Goran ji Besrayê ragihand ku li wî bajarî xwepêşandan berdewamin, îro 2 xwepêşander bi guleyên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.
Mistefa Goran wiha got: “Îro bi dehan ji xelkên Besra daketin cadan û daxwaza başkirina rewşa xizmetguzariyê li parêzgeha xwe kirin. Hêzên ewlekariyê bi gule û gaza rondikrêj bersiva wan dan, di encamê de 2 xwepêşander hatin kuştin û hejmarek ne diyar jî birîndar bûn.”
Li Bexdayê jî xwepêşandan li ser nebûna xizmetguzariyan hat kirin, lê hêzên emnî rê li ber xwepêşanderan girtin û tedbîrên tund li qada Tehrîr wergirtibûn.
Wezareta Navxwe ya Iraqê doh hêzeke zêde di nava Bexdayê de belav kirin. Her wiha hêlên internêtê li Necef, Besra û çend navçeyên din qut kirin.
Li bajarê Besrayê xwepêşandêr bi darê zorê ketibûn avahiya meclisa parêzgehê.
Serokwezîr Heyder el-Ebadî duh ragihandibû ku wî biryar da ku ji bo xizmetguzariyên qamûyê li Besrayê, 3 milyar dolar pere were terxankirin.
Li bajarê Besrayê yê Iraqê ku ji aliyê petrolê va pir dewlemend e, yekşema çûyî xwepêşandanan dest pê kiribûn û dû ra xwepêşandan belavî Zîkar, Babil, Meysan, Diwaniye, Necef û Bexdayê bûbûn.
Di xwepêşandanan de tê xwestin ku şert û mercên jiyana gel werin başkirin û herwiha kêmasiyên di xizmetên av û ceyranê da, betalî û gendelî tên protestokirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
