شبكة لالش الاعلامية

BasNews amarên herî dawî yên rizgarkirina revandiyên êzdî aşkera dike

BasNews amarên herî dawî yên rizgarkirina revandiyên êzdî aşkera dike

 Çavkanî :Basnews

Rêveberê buroya karûbarên revandiyan li Duhokê diyar kir, amarê herî dawî yên rizgarkirina revandiyên êzdî, heta îro 18.11.2016ê bi rêya buroya karûbarên revandiyên êzdî ve 2782 kes hatine rizgar kirin û ji wan 327 jê zilamin û 1009 keç û jin in û 719 kes jî zarokê keç in, 727 zarok jî kur in û herwaha 3639 kesên revandî jî hîn di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de mane.

Rêveberê buroya karûbarên revandiyan li Duhokê Hesen Qaêdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û saziyên herêma Kurdistanê yên din ve û herwaha bi piştevaniya rasterast a serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve, em berdewamin bo rizgarkirina hemû revandiyan, tu cîhek an jî aliyek revandiyên êzdî rizgar nake, tenê bi rêya buroya karûbarên revandiyan a ser bi buroya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve revandî tên rizgarkirin. Pêwîste xelkê me baş bizane hin kes an aliyên ku hebin propagandayê bikin û bibêjin em dikarin xelas bikin, ev yek tenê ji bo komkirina pare ye ji xelkê û ne ti tiştekî din e.’’

Li karesata Şingalê ya 03.08.2014ê rêxistina terorîst a DAIŞê bêhtir ji 7000 hemwelatiyên êzdî revandin û kuştin. Heta naha çarenivîsa bêhtir ji 3000 revandiyan ne diyar e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka jivanê danûstandinên serxwebûna Kurdistanê aşkere kir

Lalish Duhok

Li Komelgeha Şarya harîkarîya 1300 xêzanên kêmderamet hate kirin.

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok