شبكة لالش الاعلامية

Serokê‌ desteya bilind rolê‌ tayên bingehê‌ laliş di dikyomêntkirina karesata şingalê‌ da bilind dinrxînt‎

Serokê‌ desteya bilind rolê‌ tayên bingehê‌ laliş di dikyomêntkirina karesata şingalê‌ da bilind dinrxînt‎
Tora Laliş ya Ragehandinê‌
şêx şamo’serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş li dihokê‌ ragehand:” bingehî pêkolên mezin li sala borî êxstîne kar bo’  xurtkirina peywendîyan digel dezgeh û konslxaneyan،jibo fişarkirnê‌ li ser wan bo nasandna karesata şingalê‌ bi cînosaydê‌،dîsan bingehî karî azarên êzidyan bigehînt bi taybetî li kempan bo wan dezgeh û rêkxrawan bo pêşkêşkrna harîkarîyan bo wan”.
berêz”şêx şamo”serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş dikombûna asayî li avahyê‌ desteyê‌ li rêkkeftî 14/1/2017ê‌ digel hemû endamên desteya bilnd û serokên tayan،rolê‌ tayên bingehî li sala 2016ê‌ bilnd nrxandin،bi taybet dibwarê‌ dikyomêntkirina doseya karesata şingalê‌ da û pêşkêşkirina harîkarîyan bo xelkê‌ aware û hemahengî digel rêkxrawên cuda bo piştevanya wan û doseya xwendekaran û hemû çalakyên rewşenbîrî û civakî،daxwazkir pêkol û çalakyên xo bo ev sale çê‌rtir bikin،dîsan pîrozbahî li amadebûyan kir bi helkefta sala nû،dûpatkir ku bingeh li vê‌ heftyê‌ dê‌ rabit bi derêxstna salnama salane û dê‌ li ser malên êzdyan werin belavkirin.
herwesa amajekir ku bingehî pêkolên mezin li sala borî êxstîne kar bo xurtkirna peywendîyan digel dezgeh û konslxaneyan،jibo fişarkirinê‌ li ser wan bo nasandna karesata şingalê‌ bi cînosaydê‌،dîsan bingehî karî azarên êzdyan bigehînt bi taybetî li kempan bo wan dezgeh û rêkxrawan bo pêşkêşkirina harîkarîyan bo wan.
di layekê‌ dî yê‌ kombûnê‌ de،”şêx şamo”daxwazkir ku fere li heyva bêt kombûnek bête grêdan digel hemû serokên tayî û nvîsîngehan digel desteyên xo yên kargêrî û ligel wan bi axvin li ser girngtrîn erkan û mafê‌ van endaman û ç i erk li ser wane.
her dikombûnê‌ de serokê‌ desteya bilnd supasya Hikûmeta Herêmê‌ û berêz”Mes’ud Barzanî”serokê‌ Herêma Kurdstanê‌ li ser hewlên wan bo rizgarkirina deverên dagîrkirî jibal rêkxrawa Da’ş kir،bi taybet rizgarkirina Başîk û Behzanê‌ li ser destê‌ Pêşmergê‌ qareman،hîvîdarîn dyarda dzyan dûbare nebit ewa li vê‌ dawyê li herdû deveran çêbuyn û hewldana hindek nefs lawazan çêkirina fitnê‌ dinavbera xelkê‌،dxwazîn ji xelkê‌ dihşyar bin.
jlayekê‌ dîve،gengeşe dinavbera amadebûyan da hate kirin û li ser her tayekî xşteyekê‌ karubaran û plana nîv salane bo ev sale bnvîsn.
16105878_1368027133270663_4837835826452474608_n 15977981_1368027053270671_8738902087119168042_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wêne.. Cejna “Cema” ya Kurdên Êzidî

Lalish Duhok

Daxuyaniya Esed li ser çûna hêzên Sûriyê bo nav Efrînê

Lalish Duhok

Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê

Lalish Duhok