شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – Kurdên êzidî ji hatina mîlîsên şîe biguman in

ŞINGAL – Kurdên êzidî ji hatina mîlîsên şîe biguman in

Rûdaw

Hêzên Heşda Şeibî bi operasyonekê 13 gund û komalgehên başûrê Şingalê kontrolkirin. Her şikestineke DAIŞê ji bo nîştecihên herêmê mizgîniyeke xweş e. Lê di heman demê de ew dudil in, ku hatina mîlîsên şîe vê herêmê bike qada pozberî û milmilaneyeke demdirêj.

Mezargeha Şerfedîn duyemîn cihê pîroz ê kurdên êzidî ye. Mûciwêrê mezargehê ji rûdanên van demên dawîn ên li başûrê Şingalê dudil e. Ew dibêje, “em minetkarê her hêzekî ne, ku li dijî DAIŞê şer dike.” Lê dixwaze birêvebirina Şingalê di destê xelkê Şingalê de be.

Mûciwirê Mezargeha Şerefdîn Şêx Îsmaîl diyar dike: “Em spasiya wan hêzan dikin, ku ji bo kontrolkirina deverên me alîkarî didin. Lê şikûr êzidî niha gelek in, gelek pêşmergeyên me hene û hemû perwerdekirî ne.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo jî xwedan heman nêrînê ye û ew dibêje, cihê Heşda Şeibî li Şingalê nîne. Bi nêrîna Şeşo, hebûna Heşda Şeibî li herêmê, pozberiya di navbera hêzan de xurttir dike.

Heyder Şeşo dide xuyakirin: “Eger armanca wan a kontrolkirina gundên Şingalê, ji bo zêdekirina pirsgirêk û aloziyan be, ev yek ne di berjewendiya gelên vê herêmê de ye. Em bang li gelê xwe dikin vê yekê qebûl nekin û herwiha nehêlin di xendek di navbera gund û komalgehên me de werin çêkirin.”

Hêzên Heşda Şeibî li başûrê Şingalê 13 gund û komalgehên kurdên êzidî kontrol kirin. Li gorî daxuyaniya Fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amirî, ew gihiştine gundê Umcirîşê ya ser sînorê Sûriyê. Armanca Heşda Şeibî ew e, ku di pêngava dahatî de herêmên ser sînorê Sûriye û Iraqê kontrol bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

şanogeryek li ser navê fermana 74 hat nimaîş kirin

Lalish Duhok

Hejar Midîr: Êzidî û roja 25 septembra 2017 rêferanduma kurdistanê

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Binkindî Kongirê xwe yê dûyê gêra û desteya nû hate halbijartin.

Lalish Duhok