شبكة لالش الاعلامية

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” heşt salya wexerkirna honermend”Xidr Feqîr” hate saxkirin

 

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” heşt salya wexerkirna honermend”Xidr Feqîr” hate saxkirin

Tora Lalş ya Ragehandinê‌

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş li Duhokê‌, bingehê‌ laliş tayê‌ Şingalê‌ û nvîsîngehên bi serve, bîrewerîya heşt salya wexerkirna honermend”Xidr Feqîr” li nawçedarya Şarya saxkir.

Îro roja pênc şembûyê‌ 29huzeyrana 2017ê‌, li demjmêr pêncî hêvarî û bi amadebûna kes û kar û jimareka berpirs û kesayetî û rewşenbîr û cemawerekê‌ zor, bîrewerîya heşt salya wexerkirna honermend”Xidr Feqîr” li hola laliş êk li nawçedarya Şarya bi çendîn birgên cora û cor hate gêran.

Li pêşyê wek rêzgrtin bo giyanê‌ cangoryên kurd û kurdistanê‌, amadebûyî xolekekê‌ seknîn, paş wek rêzgrtin bo gyanê‌ wî nojdarê‌ êzdî ”Seydo Elyas” hate grtin, ku duhî roja çarşembûyê‌ drûdaneka diltezîn da li rûbarê‌ Xabûrî da li Nawçedarya Zaxo giyanê‌ xo ji dest da.

Li dûv da berêz”Xişo Mîrza” serokê bingehê laliş tayê Şingalê peyvek pêşkêşkir û dyarkir ku honermend”Xidr Feqîr” ji malbateka hejar li Şingalê‌ hatye serdunyayê‌ sala 1950 û li 29/6/2009 wexera dawyê‌ krye û çendîn stranên filklorî yê koçk û dîwanan yên çiyayê‌ Şingalê‌ piştxove hêlan , evro weke wefadarî bo hemû honermendên çiyayê‌ Şingal me bi fer dît vîstevala salvegera wexerkirna wî bikin, ku erşîfekê‌ dewlemend yê‌ strana filklorî ya resenê‌ kurdî heye û karye guhê‌ bînerê‌ xo tijî bike bi dengê‌ xo yê‌ xoş digel û gelek stranbَêj û honermendan stranên koçk û dîwanan gutêne.

Li paşre simînarek li dor jiyannama honermendê‌ mezin”Xidr Feqîr” ji layê‌ rojnamevan”Murad Heskanî” ve hate pêşkêşkirin û têda bi dirêjî behsê‌ jiyannama wî kir.

Li dûv da peyva binemalê‌ ji layê‌”Tehsîn Xidr Feqîr” kurê‌ honermendê‌ xudê‌ jê‌ razî hate pêşkêşkirin û supasya bingehê‌ laliş tayê‌ Şingalê‌ û nvîsîngehên bi serve kir, bo sazdana vê‌ çalakyê‌ û saxkirna bîreweryê‌ û amadebûyên pişkdarbûyîn têda kir.

Di brgeyeka dî da filmekê‌ dîkyomêntarî li ser jiyana honermendê‌ wexerkirî hate pîşandan.

Li dawîya çalakyê‌ hersê‌ behremendên êzdî(Hemad, Dilovan, Eduye) ku ji şeş pişkdarên serkeftî yên bernamê‌ Şeyda bûn li kenala Waar Tv ku behremend Hemadî karî pila êkê‌ û Dilovanî pila duwê‌ bi dest xove bînn, ji layê‌ berêz”Şêx Şamo” ve hatine xelatkirin û li beramberda supasya Şêxî kirin bo rêzlênana li wan hatî kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ahingeke rêz lînanê ji bo honermendekê kurdê Êzidî yê navdar tê gêran

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Lalish Duhok

Şingal; Ji ber şerê artêşa Iraqê û YBŞê bi sedan xaniyan zerar dîtine

Lalish Duhok