ŞINGAL – 10 roj muhlet dan PKKê û hêzên din; Ji herêmê derkevin!
Rûdaw
Encûmena Parêzgeha Mûsilê bi biryarekê hişyarî da hemû hêzên çekdar ên li Şingalê û ji bo derketina wan ji Şingalê û valakirina binke û baregehên hikûmetê 10 roj muhlet da wan.
Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê (Mûsilê), Beşar Kêkî derbarê vê biryara encûmenê de ji Rûdawê re ragihand: “Me daxwaz ji hemû hêzên curbicur ên di nava Şingalê de kiriye, ku di heyama 10 rojan de tevahiya baregehên hikûmetê yên li vê navçeyê vala bikin û ji sînorê navçeyê jî derkevin.”
Beşar Kêkî got, “li Şingalê gelek hêzên curbicur hene, ku ser bi Heşda Şeibî û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve ne.”
Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê amaje bi wê yekê jî kir, biryara derxistina hêzên çekdar ji Şingalê û diyarkirina dem ji derketina wan re di civîna roja Çarşemiya bihorî 7ê Adarê de hatiye dan, ku di heman civînê de Qayimmeqamê Şingalê û Serokê Encûmena Navçeya Şingalê jî têde amade bûn.
Beşar Kêkî diyar kir, wan di wê civîna xwe de daxwaz kir, ku hêzên curbicur ji Şingalê derkevin, daku xelkê sivîl û rûniştvanên Şingalê bikarin vegerin ser mal û warê xwe.
Serokomarê Tirkiyê û wezîrê derve yê wî welatî di çedn rojên bihorî de ragihandine, ku piştî operasyona Efrînê, hêzên Tirkiyê dê bi hêzên Iraqê re operasyoneke hevbeş li dijî çekdarên PKKê yên li Iraqê pêk bînin.
Beşar Kêkî dibêje: “Biryara Encûmena Parêzgeha Neynewayê ti pêwendiyek bi daxuyaniyên serokomarê Tirkiyê ve nîne û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî ji wan re nehatiye gotin, lê ew biryar tenê ji aliyê Encûmena Parêzgeha Neynewayê ve hatiye dan.”
Di heyama çar salên bihorî de sê caran hêza desthilatdar li Şingalê hatiye guhertin, cara yekem piştî êrişa DAIŞê û kontrolkirina navçeyê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve bû, cara duyem piştî vegera hêzên pêşmerge û kontrolkirina wê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bû û cara herî dawî jî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an bû, ku Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê êrişî Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin û di wan êrişan de Şingal jî kete bin kontrola wan.
Piştî êrişên DAIŞê yên bo ser Şingalê di 3ê Tebaxa 2014an de, hêzeke PKKê derbasî Şingalê bû. Piştre PKKê sê hêzên din di bin navên ciyawaz de li sînorê Şingalê ava kir, ku endamên wan hêzan ji keç û xortên Kurdên Êzidî pêk tên, lê belê biryara wan hêzan jî ji Qendîlê û ji serkirdatiya PKKê ve tê dan.
Heta berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, piraniya axa Şingalê jî weke piraniya navçeyên din ên Kurdistanî di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge de bû, lê belê di bûyerên 16ê Cotmehê de û piştî êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê, hêzên pêşmerge ji sînorê Şingalê vekişiyan, lê belê hemû hêzên ser bi PKKê ve bêyî ti pirsgirêkan li nav Şingalê man û Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ti girift ji wan re çê nekirin.
Tevî ku hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî Şingal kontrol kirin, lê belê hêzên ser bi PKKê ve jî li herêmê man û bi taybet kontrola Komelgeha Xanesorê di destê wan de ma û niha jî 15 kîlometre sînorê navbera Iraq û Sûriyê jî her di bin kontrola wan hêzên PKKê de ye.
Niha 10 hêzên çekdar li Şingalê hene, ku Hêza Parastina Êzidxanê yek ji wan hêzan e û Heyder Şeşo serpireştiya wan dike. Du hezar çekdarên wê hêzê bi fermî ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne û piştî bûyerên 16ê Cotmehê û herwiha vekişîna hêzên pêşmerge di 17ê Cotmeha 2017an de, ew hêz li cihên xwe mane û paşve venekişiyan.
Şingal yek ji navçeyên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê ye, ku weke navçeyeke nakok di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de tê naskirin, ku divê çarenivîsa wê li gorî madeya 140 a Destûra Iraqê û bi referandumekê were çareserkirin.
Navçeya Şingalê 50 kîlometran ji sînorê Sûriyê û herwiha 120 kîlometran jî ji Mûsilê dûr e.
Ji sala 2003an ve heta sala 2014an navçeya Şingalê bi şêweyeke defakto di bin desthilat û çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
