شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê Heşdî Şeibî hewl dide di helbijartinan de sextekariyê bike!

Li Şingalê Heşdî Şeibî hewl dide di helbijartinan de sextekariyê bike!

BasNewsSerokê Civata qeza Şingalê diyar kir ku Heşdî Şeibî dê sextekariyên mezin di helbijartinên parlamentoya ıraqê de, li qeza Şingalê bikin û naha kar dikin dest bi ser hemû binkeyên dengdanê de bigrin ku li Şingalê bi asanî sextekariyê bikin.

Serokê Civata qeza Şingalê Weysî Nayif ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger çavdêrên navnetewî li ser sindoqên dengdanê yên li qeza Şingalê neyên danîn, dê Heşdî Şeibî dengên hemwelatiyên ku çûne dervey welat dê bikarbînin û sextekariyê bikin. Ji ber heta naha jî Heşdî Şeibî pirsgirêkan ava dike û nahêle Bexda kartên koçberên Şingalê belav bike. Ji 180 hezar dengdarên Şingalê tene karta 60 hezar dengdêran ji Bexdayê rêkirina Duhokê û ew jî hîn hemû nehatine belav kirin. Yên mayî Heşdî Şeibî li Mûsil û Şingalê hêlane ku wek dixwazin bikarbînin.’’

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl diyar kir: ‘’Heşdî Şeibî dê dest bi ser hemû binkeyên dengdanê de girt. Bi taybet li navenda qeza Şingalê. Bê guman dê sextekariyê bikin. Li navenda qeza Şingalê naha sedî 20 xelkê Şingalê wegeriyane Şingalê, dê Heşdî Şeibî hemû hewldanan bike ku dengên wan kesên wegeriyane ji xwe re kom bike.’’

Mehma Xelîl got: ‘’Em daxwazê dikin hikûmeta Iraqê û komîsyon razî nebe Heşdî Şeibî ber binkeyên dengdanê bin û çavdêrên navnetewî li ser sindoqan bên bicîh kirin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêkeftina pêkvejiyanê li Mûsilê dê were imzekirin

Lalish Duhok

Barzanî: Em hewl didin êzidî bi xwe qedera xwe diyar bikin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Iraqê bi hevpeymaniyeke berfireh û bihêz heye

Lalish Duhok